NYê raportek derbarê Sûriyê de belav kir

21-11-2020
RÛDAW
Nîşan Sûriye NY
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Nivîsingeha Netewên Yekbûyî (NY) ya ji bo hemahengiya karûbarên mirovî raporta xwe ya nû derbarê Sûriyê de belav kir.

Nivîsingeha NY bo hemahengiya karûbarên mirovî di raporta xwe ya derbarê Sûriyê de dibêje, “Zêdebûna tundûtûjiyê karîgeriyeke mezin li ser xelkê sivîl yê li navçeyên bakur rojavayê Sûriyê hiştiye û karê tîmên NYê ji bo gihandina alîkariyên mirovî zehmet kiriye.”

Di raportê de hatiye diyakirin, “Di Cotmeh û Mijda îsal de, operasyonên dijminkarene bûne sedema kuştin û birîndarbûna karmendên NY û xelkê sivîl li bakur rojavayê Sûriyê.”

Raport amaje bi wê dike, Cotmeha îsal, di encama bombebaran û teqînên bombeyên çandî, herî kêm 18 kes hatine kuştin ku 5 ji wan zarok in û 67 kes jî birîndar bûne ku nêzikî 20 ji wan jî zarok in.

Li gor wê raportê di vê mehê de jî, bombebaran û topbarankirina navçeya Erîha li Idlibê bûye sedema kuştina herî kêm 8 sivîlan ku 4 ji wan zarok in û 2 ji wan karmendên navxwe yên bi ser NYê ve ne û bi kêmanî 13 kes jî birîndar bûne.

Derbarê rewşa mirovî li Sûriyê, ajansa SNFI ya taybet bi dabînkirina stare û xorak bo hemahengiya li gel NYê û rêxistinên nehikûmî, di raportekê de pêşbînî dike nêzikî 3.1 milyon kes li seranserê Sûriyê pêwîstiya wan bi pêdiviyên serekî yên taybet bi zivistanê heye.

Li kampên bakur rojavayê Sûriyê, piraniya çadiran amadeyî werza zivistanê nînin û hinek kampên din jî ji kapasîteya xwe qelebalixtir in û metirsiya belavbûna Coronayê  li ser e.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst