Amerîkayê li Sûriyeyê dest bi ‘Operasyona Çavê Baz’ kir: ‘Ev tolhildan e’

2 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Amerîka DAIŞ Sûriye Tolhildan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Şer ê Amerîkayê Pete Hegseth ragihand ku wan li Sûriyeyê li dijî DAIŞê dest bi "Operasyona Çavê Baz" kiriye.

Ev operasyon wekî bersivdayîna êrişa li bajarê Tedmûrê ya Sûriyeyê hat destpêkirin ku tê de 2 leşker û welatiyekî Amerîkî hatibûn kuştin.

Wezîrê Şer ê Amerîkayê Pete Hegseth tekez kir ku ev ne şer e, ragihandina "tolhildanê" ya li hemberî kesên ku Amerîkiyan dikin hedef e.

Pete Hegseth li ser hesabê xwe yê platforma medyaya civakî derbarê operasyonê parvekirinek kir.

Hegseth diyar kir ku birêvebiriya Washingtonê li Sûriyeyê dest bi "Operasyona Çavê Baz (Operation Hawkeye Strike)" kiriye û ev yek ne destpêka şerekî ye, "ragihandina tolhildanê" ye.

"Em dê we bibînin û bikujin"

Hegseth di daxuyaniya xwe de gotinên tund bi kar anîn û wiha got:

"Wekî ku me yekser piştî êrişa hovane gotibû; eger hûn li cihekî cîhanê Amerîkiyan bikin hedef, hûn dê jiyana xwe ya kurt û tijî dilgiranî bi wê zanînê derbas bikin ku Amerîka dê we bike nêçîr bibîne û bi awayekî bêrehm bikuje."

Li Sûriyeyê 13ê Kanûna Pêşîn, endamekî DAIŞê ku bi tena serê xwe tevdigeriya kemînek danîbû.

Di encama kemînê de 2 leşkerên Amerîkî û welatiyekî Amerîkî canê xwe ji dest dabû û 3 leşker jî birîndar bûbûn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst