Hewlêr (Rûdaw) - Peykerê Ezîz Pawlosê ku Papa John Paulê Duyem diyarî Dêra Ezîz Pawlos a li herêma Bab Kîsanê ya Şamê kiribû, hat dizîn.
Li Şama paytexta Sûriyeyê, peykerê Ezîz Pawlosê ku sala 1999an ji aliyê Serokê Dewleta Vatîkanê Papa John Paulê Duyem ve diyarî dêrê hatibû kirin, ji aliyê kesên nenas ve hat dizîn.
Di daxuyaniya nivîskî ya Birêvebiriya Ragihandinê ya Şamê de hat diyarkirin ku peykerê ji sifirê yê li dêra li herêma Bab Kîsanê doh hatiye dizîn.
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku derbarê bûyerê dest bi lêpirsîna destpêkê hatiye kirin û wiha hat gotin:
"Tê nirxandin ku sedema dizîna peyker ew e ku ji sifirê hatiye çêkirin."
Derbarê girtina dizan de agahî nehatin parvekirin.
Papa John Paulê Duyem 1999an peyker diyarî dêrê kiribû û 2001ê jî bubû yekem Papa ku Mizgefta Emewiyê ziyaret kiribû.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse