Îsraîlê li Sûriyeyê kesekî nêzîkî DAIŞê desteser kir

2 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Îsraîl Sûriye Operasyon DAIŞ
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Artêşa Îsraîlê ragihand ku wan gumanbarekî DAIŞê li nav axa Sûriyeyê desteser kiriye.

Artêşa Îsraîlê eşkere kir ku di van çend rojên borî de hêzên wan li nav axa Sûriyeyê kesek girtiye.

Guman heye ku pêwendiya wî kesî bi rêxistina DAIŞê re hebe û ew veguhastine Îsraîlê.

Artêşa Îsraîlê di daxuyaniyekê de got:

"Roja Çarşemê leşkerên me li herêma Refîdê ya li başûrê Sûriyeyê operasyonek ji bo girtina terorîstekî pêk anî."

Hat diyarkirin ku guman heye pêwendiya wî bi DAIŞê re hebe.

Di daxuyaniyê de hat gotin, "Me ji bo temamkirina rêkaran gumanbar ew veguhastiye nav axa Îsraîlê."

Artêşa Îsraîlê du wêne belav kirin û îdia kir ku ew çek ji çekdarê gumanbar hatine girtin.

Çek ji tifing, nîşangir (qenas), narincok, demançe û çend guledankan pêk tên.

Ev daxuyaniya artêşa Îsraîlê hevdem e bi zêdebûna hewlên navneteweyî yên ji bo rûbirûbûna paşmayên DAIŞê li Sûriyeyê.

Roja Înê Amerîkayê di çarçoveya “Operasyona Çavê Baz” de êrişeke berfireh bir ser bi dehan pêgehên DAIŞê.

Êrişa Amerîkayê ji bo kuştina du leşkerên Amerîkî û wergêrekî sivîl a di êrişeke hefteya borî ya li bajarokê Tedmurê de wekî bersivdayînekê bû.

Fermandariya Navendî ya Hêzên Amerîkayê (CENTCOM) ragihand, wan balafirên şer, helîkopter û topavêj bi kar anîne.

Armanc têkbirina binesaziya DAIŞê û embarên çekan bû û hêzên Urdinê jî beşdar bûn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst