Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Amerîkayê ragihand ku ew raporên dibêjin Sererkanê Giştî yê Artêşa Amerîkayê li dijî êrişa li Îranê ye "sexte ne."
Trump her wiha got ku Sererkan jî wekî wî ne alîgirê şer e lê eger rû bide, ew fermandarê leşkerî di wê baweriyê de ye ku dikarin bi hêsanî bi ser bikevin.
Ev gotinên Serokê Amerîkayê piştî wê yekê tên ku doh medyaya Amerîkayê belav kiribû ku Sererkanê Giştî yê Artêşa Amerîkayê hişyarî daye Serokê Amerîkayê û berpirsên bilind ên Koşka Spî da ku êrişî Îranê nekin.
Serokê Amerîkayê Donald Trump derbarê mijarê li ser Truth Socialê daxuyaniyek belav kir.
Trump got, "Çendîn çîrok ji aliyê medyaya nûçeyên sexte ve tên belavkirin ku dibêjin General Daniel Caine li dijî wê yekê ye ku em bi Îranê re bikevin nav şer.
Van nûçeyan çavkaniya van hemû agahiyan nedaye ti kesî û ji sedî 100 şaş in."
Trump her wiha anî zimên, "General Caine jî wekî me hemûyan hez ji şer nake lê eger biryarek bê dayîn ku li ser asta leşkerî rûbirûyî Îranê bibin, nêrîna wî ew e ku dê şer bi hêsanî were qezenckirin."
Serokê Amerîkayê amaje bi wê yekê kir, "Ew Îranê bi başî nas dike çimkî ew berpirsê Operasyona Midnight Hammerê bû ku ew jî êrişeke li ser bipêşxistina nukleerî ya Îranê bû."
Trump tekez kir, "Wî qet qala wê yekê nekiriye ku êrişî Îranê neyê kirin yan jî qala wan lêdanên sînordar ên sexte nekiriye ku ez li ser wan dixwînim.
Ew tenê tiştekî dizane, ew jî 'serkeftin' e û eger ferman pê were dayîn, ew bi xwe dê pêşengiya êrişê bike."
Sererkanê Giştî yê Artêşa Amerîkayê çi gotibû?
23yê Sibata 2026an, malpera "Axios"ê ji zarê du çavkaniyên agahdar ên nav Koşka Spî belav kiribû ku Sererkanê Giştî yê Artêşa Amerîkayê di civîneke taybet de ev hişyarî daye Donald Trump û berpirsên bilind ên îdareya wî.
Çavkaniyan diyar kiriye, dema ku meha Kanûna Pêşîn a borî Washingtonê plana operasyona desteserkirina serokê berê yê Venezuelayê Nicolas Maduro datanî, Trump tîmek raspartiye da ku vebijêrkên derbarê Îranê de gotûbêj bikin.
Her çend General Caine meha borî di serkeftina operasyona desteserkirina Maduro de beşdar bû jî, di dosyaya Îranê de gelekî "bi hişyarî" tevdigere.
Caine di wê baweriyê de ye ku asta metirsiyên operasyoneke leşkerî ya li Îranê "gelekî bilind e".
Eger heye ku Amerîka tevlî şerekî mezin bibe û di nav refên leşkerên Amerîkayê de qurbaniyên zêde çêbibin.
Berdevkê Sererkaniya Giştî ya Artêşê Joe Halstead derbarê van zanyariyan de ragihand ku Sererkan wekî şêwirmendekî bilind ê leşkerî, hemû cûre vebijêrkan bi metirsî û bandorên wan ve bi awayekî "veşartî" dixe pêşiya serkirdeyên sivîl û biryarên ewlehiyê di destê wan de ne.
Ev helwesta Sererkanê Artêşê di demekê de ye ku roja pêncşemê şandeyên Amerîka û Îranê li Cenevreyê bicivin.
Ev civîn ji bo dîplomasiyê wekî "derfeta dawî" tê dîtin.
Senatorê Komariyan Lindsey Graham jî ragihandiye, ew hêvî dike ku Trump guh nede wan kesên ku wî ji bo êrişnekirina ser Îranê teşwîq dikin.
Trump: Biryara dawî ya derbarê Îranê de ez didim
Di beşeke nivîsa xwe de Serokê Amerîkayê gotiye, "Ez im yê ku biryarê dide."
Wî amaje bi wê yekê jî kiriye, "Ez dixwazim em bigihin peymanekê lê eger em li hev nekin, ew dê ji bo wî welatî (Îran) û xelkê wê gelekî xerab bibe."
Ev helwesta Trump û raporên derbarê helwesta Caine de di demekê de ne ku Amerîkayê keştiyeke balafiran a leşkerî şandiye herêmê û yeke din jî di rê de ye.
Her wiha 15 keştiyên şer parastina wan her du keştiyan dikin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse