Îsraîl: Êrişên me yên li Kirmaşanê berdewam dikin

23-06-2025
Nîşan Şerê Îran û Îsraîlê Kirmaşan Êriş
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hêzên Asmanî yên Îsraîlê ragihand ku ew li Kirmaşana Rojhilatê Kurdistanê baregehên leşkerî dikin hedef.

Berdevkê Artêşa Îsraîlê Avichay Adrae jî daxuyand ku jetên şer li Kirmaşanê êrişî baregehên leşkerî yên Îranê dikin.

Medyaya Îranê ragihandibû ku şeva borî Kirmanşanê teqîneke mezin çêbûye.

Şerê Îran û Îsraîlê ji berê sibeha 13ê Hezîranê ve bi hemû gurbûna xwe didome.

Amerîkayê jî berê sibeha şemiya borî bi balafirên B-2 êrişî tesîsên nukleer ên Fordo, Netenz û Îsfehanê yên li Îranê kir.

Berpirsên Îsraîlê diyar kir ku di êrişên Îranê de heta vêga herî kêm 25 kes hatine kuştin û bi sedan kes jî birîndar bûne.

Wezareta Tenduristiyê ya Îranê jî daxuyand ku di êrişên Îsraîlê de bi kêmanî 430 kes hatine kuştin û zêdetirî 3 hezar û 500 kesî jî birîndar bûne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst