Îranê bi mûşekan êrişî baregeha Amerîkayê ya li Qeterê kir

23-06-2025
RÛDAW
Mûşekên Îranê li asmanê Qeterê\ Wêne: Reuters
Mûşekên Îranê li asmanê Qeterê\ Wêne: Reuters
Nîşan Îran Amerîka Qeter Şerê Îran û Îsraîlê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Supay Pasdaran a Îranê ragihand ku wan bi 6 mûşekan êrişî baregeheke leşkerî ya El Udeyd a Amerîkayê ya li Qeterê kir.

Piştî Amerîkayê êrişî tesîsên nukleerî yên Îranê kir şerê di navbera Îsraîl û Îranê de berfirehtir dibe.

Supaya Pasdaran a Îranê ragihand ku wan bi navê “Mizgîniya Serkeftinê" li dijî baregehên Amerîkayê yên Îraq, Qeter û Bahreynê dest bi êrişekê kiriye.

Li Baregeha El Udeyd a Amerîkayê ku li Qeterê ye, sîstema parastina asmanî hatiye çalakkrin Supaya Pasdaran a Îranê bi mûşekên balîstîk li baregehê dide.

Li gorî daxuyaniya Supaya Pasdaran a Îranê ew baregeha Amerîkayê ya li Qeterê baregeha herî stratejîk a Amerîkayê ye li rojavayê Asyayê.

Qeterê ragihand ku hemû mûşekên Îranê xistine xwarê û tî zerer çênebûne. 

Li aliyê din, Komara Îslamî ya Îranê ragihand ku wekî bersiva êrişa Amerîkayê ya li ser tesîsên wê yên nukleerî, bi mûşekan êrişî Baregeha Hewayî ya El-Udeyd a Amerîkayê ya li Qeterê kiriye û baregeh bi temamî jinav biriye.

Li gorî daxuyaniya Îranê, hejmara mûşekên ku hatine avêtin, bi qasî hejmara bombeyên ku Amerîkayê bi kar anîne bûye.

Îranê her wiha tekez kir ku ev êriş ti xetereyê li ser Qeterê çênake û ew pabendî têkiliyên xwe yên baş ên bi wî welatî re ne.

Li aliyê din, rayedarên Qeterê van îdiayan bi tundî red dikin.

Wezareta Parastinê ya Qeterê ragihand êrişa mûşekî ya Îranê hatiye pûçkirin û ti ziyaneke canî çênebûye.

Hikûmeta Qeterê jî diyar kir ku erişa Îranê wekî binpêkirina eşkere ya serweriya xwe bi nav kir û diyar kir ku ew mafê xwe yê bersivdanê diparêzin.

Wezareta Karên Derve ya Qeterê jî got, “Beriya êrişa Îranê wekî baregeh hatibû valakirin û êriş bi awayekî serkeftî hatiye astengkirin.

Tevî ku televîzyona dewleta Îranê îdia dike ku 3 fuze li baregehê ketine, berpirsên Qeterê dibêjin êriş bi temamî hatiye têkbirin.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst