Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Amerîkayê Donald Trump li ser êrişa Îranê ya li Qeterê got, “Ez dixwazim spasiya Îranê bikim, ji ber ku derbarê êrişa li Qeterê em pêşwext agahdar kirin.”
Serokê Amerîkayê da zanîn ku bi si saya agahdarkirina Îranê ti zererke canî çênebû û kes birîndar nebû.
Supaya Pasdaran a Îranê îşev ragihand ku wan bi navê “Mizgîniya Serkeftinê" li dijî baregehên Amerîkayê yên Îraq, Qeter û Bahreynê dest bi êrişekê kiriye.
Serokê Amerîkayê ji ser hesabê yê Social Truthê peyamek belav kir û got, "Îranê bi awayekî fermî bersiva êrişa li ser navendên xwe yên atomî bi bersiveke gelekî lawaz da ku me jî pêşbînî dikir û me bi awayekî gelekî bi bandor bersiv da."
Serokê Amerîkayê diyar kir ku Îranê 14 mûşek avêtine, 13 ji wan hatine xistin û rê hatiye dayîn ku yek derbas bibe, ji ber ku ber bi aliyekî bê gef ve diçû.
Trump her wiha got, "Ez kêfxweş im ragihînim ku ti Amerîkiyekî ziyan nedîtiye û ziyanên êrişan gelek kêm bûne.
Ya herî girîng, wan her tişt ji 'sîstema' xwe derxistiye û ez hêvîdar im, êdî ti kîn û nefret nemîne. Li cîhanê pîroz be dema aştiyê ye."
Trump spasiya Îranê kir û da zanîn ku wan agahdarkirineke pêşwext daye wan ku ev yek bûye sedem ti kes canê xwe ji dest nede û birîndar nebe.
Serokê Amerîkayê her wiha got, "Dibe ku Îran niha bikaribe ber bi aştî û hemahengiya li herêmê ve pêngavan bavêje û ez jî bi germî handana Îsraîlê dikim ku heman tiştî bike.
Spas ji bo baldariya we ya li ser vê mijarê!"
#GRAFÎK - Serokê Amerîkayê Donald Trump li ser êrişa Îranê daxuyanî da:
— RudawKurdi (@RudawKurdi) June 23, 2025
🗣️"Li cîhanê pîroz be, niha dema aştiyê ye"#Israel #Iran #iranisraelwar #Tahran #طهران #TelAviv #Haifa #تل_أبيب #USA pic.twitter.com/vMEfNVb4rF
Qeter: Hemû mûşek hatine xistin
Wezareta Parastinê ya Qeterê ragihand êrişa mûşekî ya Îranê hatiye pûçkirin û ti ziyaneke canî çênebûye.
Hikûmeta Qeterê jî diyar kir ku erişa Îranê wekî binpêkirina eşkere ya serweriya xwe bi nav kir û diyar kir ku ew mafê xwe yê bersivdanê diparêzin.
Wezareta Karên Derve ya Qeterê jî got, “Beriya êrişa Îranê wekî baregeh hatibû valakirin û êriş bi awayekî serkeftî hatiye astengkirin.
Tevî ku televîzyona dewleta Îranê îdia dike ku 3 fuze li baregehê ketine, berpirsên Qeterê dibêjin êriş bi temamî hatiye têkbirin.
Li aliyê din li gorî nûçeyên di rojnameya "New York Times" a Amerîkî û medyaya Îsraîlê de hatine belavkirin, Îranê êrişa li ser Baregeha El Udeydê ya Amerîkayê ya li Qeterê bi hevahengiya Qeterê pêk aniye.
Medyaya Amerîkayê: Haya Qeterê ji êrişê hebûye
Di wan nûçeyan de hat îdiakirin ku Îranê pêşwext Qeter agahdar kiriye ku dê êrişî Binkeya El Udeyd a Amerîkayê bike.
Îranê ragihandibû ku wekî bersiva êrişa Amerîkayê ya li ser navendên wê yên atomî, dê bi mûşekan êrişî Binkeya Asmanî ya ElUdeydê ya Amerîkayê ya li Qeterê kiriye.
Piştî êrişa Îranê ya ser binkeya Amerîkayê ya li Qeterê, ji bilî Qeterê, Îraq, Kuweyt, Behreynê jî qadên xwe ya asmanî girtibûn.
Pêwendiya Steve Witkoff bi Tehranê re berdewam dike
Li aliyê din hat îdiakirin ku Nûnerê Taybet ê Serokê Amerîkayê Donald Trump, Steve Witkoff, ji dema êrişa Amerîkayê ya li ser navendên atomî yên Îranê ve bi rêveberiya Tehranê re di nav pêwendiyê de ye.
Li gorî du berpirsên Amerîkayê yên ji CNNê re axivîne, Amerîkayê ji dema êrişên li ser 3 navendên atomî yên Îranê ve, pêwendiya xwe bi berpirsên Îranî re qut nekiriye û ji bo çareseriyeke dîplomatîk a pirsgirêkê hewlên xwe didomîne.
Berpirsan diyar kir ku ev zanyarî delîla wê yekê ye ku Amerîka di krîza bi Îranê re hewlên xwe yên ji bo çareseriyeke dîplomatîk didomîne.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse