Hewlêr (Rûdaw) – Hikûmeta Amerîkayê, Balyozê Îranê yê li Iraqê ceza kir û dibêje, armanca wan ji vî karî parastina xelkê Iraqê ji bandorên xirab ên Supaya Quds a Supaya Pasdaran a Îranê ye.
Wezareta Derve ya Amerîkayê dibêje, di dema çend salên bihorî de, rejîma Îranê û Supaya Quds a Supaya Pasdaran bi awayekî xirab sûd ji Iraqê wergirtiye, ji bo ku berjewendiyên xwe pêşve bibin li ser hesabê xelkê Iraqê.
Li gor daxuyaniyê, Supaya Quds, amraza herî serekî ya Îranê ye ji bo têkdana istiqrara navçeyê û pêngavên Supaya Quds jî ji bo lawazkirina asayiş, serwerî û xweşguzeraniya Iraqê berdewam in.
Wezareta Derve ya Amerîkayê amaje bi wê yekê dike, ku Washington gaveke din ji bo parastina xelkê Iraqê ji bandorên xirab ên Supaya Quds a Supaya Pasdaran avêt, ew yek jî bi rêya cezakirina generalê bilind ê Supaya Quds li Iraqê, Îrec Mescidî ku di heman demê de Balyozê Amerîkayê ye li Iraqê.
Li gor daxuyaniya Wezareta Derve ya Amerîkayê, Mescidî di dema salên bihorî de, alîkar bûye ji bo arastekirina karên Supaya Quds li Iraqê, rahênan bi grûpên milîs li Iraqê û Sûriyê kiriye û sûd ji pêgeha xwe ya dîplomatîk wergirtiye û asankarî bo miameleyên mezin ên darayî bo Supaya Quds kiriye.
Di heman daxuyaniyê de tê gotin, Îrec Mescidî di dema çend salên bûrî de, serperiştiya programa rahênan û piştevaniya grûpên çekdar û milîsên li Iraqê kiriye, hikûmeta Iraqê lawaz kiriye û tayifgerî zêde kiriye.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse