Urdinê derbarê krîza penaberên Sûriyê de hişyarî da

24-05-2023
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Wezîrê Derve yê Urdinê Eymen El-Sefedî herwiha derbarê kêmbûna alîkariyên ji bo penaberên Sûrî de hişyarî da û got, Urdin zêdetir ji taqet û şiyanên xwe pêşwaziya penaberan kiriye.

Wezîrê Derve yê Urdinê Eymen El-Sefedî li Emmana paytexta wî welatî bi Nûnerê Sekreterê Giştî yê Netewên Yekbûyî yê ji bo karûbarên mirovî Martin Griffiths, Şandiyê Taybet ê Netewên Yekbûyî yê ji bo Sûriyê Gier Pederson û Komîserê Bilind ê Penaberan Filippo Grandi re civiya.

Wezareta Derve ya Urdinê di daxuyaniyekê de ragihandiye, di civînê de ku roja Duşemê hatiye lidarxistin, behsa hewlên ji bo çareserkirina kirîza Sûriyê hat kirin, herwiha têkildarî mekanîzmayên hevkariyê di navbera Urdinê û rêxistinên navdewletî de ji bo rûbirûbûna barê penaberên Sûriyê gotûbêj hat kirin.

El-Sefadî ji amadebûyan re behsa encamên civînên Cedde û Emmanê, û hûrgiliyên daxuyaniya Emmanê kir, ku nexşerêyek ji bo pêşketina gav bi gav ber bi çareseriya siyasî ji kirîza Sûriyê re pêşkêş kir, û li ser hemû encamên wê yên mirovî, ewlekarî û siyasî axivî.

Wezîrê Derve yê Urdinê tekezî li ser girîngiya hevkariya komîteya ku Komkara Erebî pêk aniye û rêkxistin û saziyên NY kir.

Li gor medyaya Urdinê, Eymen El-Sefedî herwiha derbarê kêmbûna alîkariyên ji bo penaberên Sûrî de hişyarî da û got, Urdin zêdetir ji taqet û şiyanên xwe pêşwaziya penaberan kiriye.

Li Urdinê nêzîkî 1.3 milyon penaberên Sûrî hene.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst