Hewlêr (Rûdaw) – Erebistana Siûdî qedexeya li ser alkolê sist dike ku ji sala 1952yan ve tê sepandin.
Hikûmeta Erebistana Siûdî dê qedexeya alkolê ya ku ji sala 1952yan ve tê sepandin heta sala 2026an li 600 herêmên gêşyariyê yên diyarkirî rake û destûrê bide bikaranîna alkolê.
Li otelên pênc stêrkî yên hilbijartî, gundên betlaneyê û saziyên ku lîsansa wan heye dê firotina alkol û bikaranîna wê serbest be.
Li hêla din, qedexeya li cihên hevpar, xaniyên taybet û cihên firotina giştî dê bidome.
Di çarçoveya sepana nû de tenê dê vexwarina şerab û bîrayê serbest be.
Alkolên “dijwar” jî dê her wekî berê qedexe bin.
Mîr Evdilezîz sala 1952yan biryar dabû ku alkol ji binî were qedexekirin.
Mîrza Mişariyê kurê Evdilezîz sala 1951ê li bajarê Cideyê demeke ku serxweş bû Alîkarê Serkonsolê Brîtanyayê Cyril Ousman kuştibû.
Qedexekirina alkolê wê demê hatibû rojevê û Evdilezîz piştî bertekên tund sala 1952yan biryar dabû ku alkolê ji bînî qedexe bike.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse