Trump: Divê Îran zû rûne ser maseyê

16-06-2025
RÛDAW
Nîşan Donald Trump Îsraîl Îran
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Amerîkayê Donald Trump got, "Îran nikare di vî şerî de bi ser bikeve, divê ew berî ku gelekî dereng bimîne rûne ser maseyê."

Serokê Amerîkayê Donald Trump, roja yekem a Lûtkeya Lîderan a G7ê ya li Kanadayê ji medyayê re li ser rojevê axivî.

“Rewşa Îsraîlê pir baş e”

Trump diyar kir ku welatê wî her tim piştgirî daye Îsraîlê û dê vê yekê bidomînin û wiha got:

"Demeke dirêj e em bi awayekî xurt piştgiriyê didin Îsraîlê û niha rewşa wê pir baş e."

Trump bi bîr xist ku wî 60 roj dem daye Îranê ji bo dan û standinên atomî lê Îranê xwe nêzîkî nekiribû wiha got:

"Îran dixwaze gotûbêjan bike lê diviyabû wan ev yek berê bikira. Ev yek ji bo her du aliyan jî bi êş e.

“Îran nikare bi ser bikeve”

Îran nikare di vî şerî de bi ser bikeve, divê berî ku pir dereng bimîne rûne ser maseyê.”

Trump li ser pirsa “Gelo Amerîka ji aliyê leşkerî ve tevlî şerê di navbera Îsraîl û Îranê de bûye yan na?” wiha got:

"Ez naxwazim li ser vê mijarê biaxivim."

Divê were gotin ku Îsraîlê 13ê Hezîranê serê sibehê li ser Îranê operasyoneke asmanî ya berfireh dabû destpêkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst