Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Dezgeha Îstixbaratê ya Îsraîlê (MOSSAD) ji bo alîkariyên wan ên di operasyonên “hevbeş” ên di dema şerê 12 rojî ya bi Îranê re de spasiya Dezgeha Îstixbarata Navendî ya Amerîkayê (CIA) kir.
Di vîdeoyî ku di roja duyem a agirbestê de hat belavkirin de Serokê Dezgeha Îstixbaratê ya Îsraîlê (MOSSAD) David Barnea ji bo karên wan ku hiştine Îsraîl “ewletir, bihêztir û amadetir be ji bo paşerojê” spasî alîkarên xwe kir.
Serokê MOSSADê David Barneayê ku kêm caran daxuyaniyan dide got:
“Ez dixwazim ji bo kiryar û operasyonên hevbeş ku bi serkeftî hatin kirin spasiya hevbeşê me yê sereke CIAyê bikim.
Her wiha spasiya birêveberê wê jî dikim ku ji bo standina biryarên rast piştgirî da MOSSADê.”
Êrişên Îsraîlê yên li Îranê yên ku 13ê Hezîranê dest pê kirin, ne tenê saziyên mûşekan û nukleerî yên Îranê her wiha kesayetiyên payebilind ên leşkerî û zanayên nukleerî jî kirin armanc.
Şirovekar dibêjin, êrişan eşkere kiriye ku dezgehên îstixbaratê yên Îsraîlê di çûyîna nav Îranê de serkeftî bûne.
Artêşa Amerîkayê di xistina mûşekên Îranî yên dişandin Îsraîlê de alîkar bû.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse