Hakan Fîdan: Li Sûriyeyê serdema nû dê ne hêsan be

25-08-2025
RÛDAW
Nîşan Hakan Fîdan Sûriye
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan, îro li Erebistana Siûdiyê ragihand ku piştî guherînên dawî yên li Sûriyeyê serdemek bi dawî bûye lê serdema nû dê ne hêsan be û aloziyên wê zêdetir in.

Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan piştî Civîna Konseya Wezîrên Karên Derve ya Teşkîlata Hevkariya Îslamî  ji rojnamegeran re axivî.

"Berpirsiyariya Tirkiyeyê zêde ye"

Hakan Fîdan diyar kir ku berpirsiyariya Tirkiyeyê di serdema nû de zêde ye û got:

“Me careke din tekezî li ser ewlehî û serweriya axa Sûriyeyê kir.

Piştî 8ê Kanûna Pêşîn me gotibû, li Sûriyeyê serdemek bi dawî bû û serdemeke nû dest pê kir lê ev serdem dê ne hêsan be.

Aloziyên dê zêdetir in. Qadên pirsgirêkan zelaltir bûne û serdemeke nû dest pê kiriye.

Li vir berpirsiyariya Tirkiyeyê zêde ye.”

“Divê Sûriye baş bê birêvebirin”

Fidan da zanîn ku ew gelek caran bi Wezîrê Karên Derve yê Sûriyeyê Eshed Hesen Şeybanî re di nava gotûbêjan de ne û wiha berdewam kir:

“Pêwîst e bi welatên herêmê re li dijî êrişên Îsraîlê hevkarî bê kirin û serweriya axa Sûriyeyê bê parastin.

Tê zanîn ku li navxwe jî hin kom hene ku xizmeta aktorên navneteweyî dikin.

Ji ber vê yekê divê Sûriye baş bê birêvebirin, ji aliyê aboriyê ve bê bipêşxistin û pêwîstî bi avakirina jêrxaneyê heye.

Lê ji bo van tiştan dem pêwîst e.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst