Hewlêr (Rûdaw) - Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu pesnê plana Serokê Amerîkayê Donald Trump a ji bo naskirina Brayên Misilman (Îxwan el Muslimîn) wekî "rêxistineke terorîst" da.
Netanyahu ragihand ku Îsraîl jî dê heman gavê biavêje û ev yek bû sedema bertekan.
Donald Trump yekşemê ji malpera "Just the News"ê ya Amerîkayê re ragihand ku ew dê Birayên Misilman bixe lîsteya terorê.
Koşka Spî jî duşemê li ser hesabê xwe yê Xê nûçe piştrast kir û ragihand, "Trump soz dide ku Îxwan el Muslimîn wekî rêxistineke terorîst nas bike."
Ev daxuyaniya Trump piştî biryara Parêzgarê Komarî yê Teksasê Greg Abbott hat ku wî Birayên Misilman û Konseya Pêwendiyên Amerîkî-Îslamî (CAIR) wekî rêxistina terorîst pênase kiribû.
"Gefê li aramiya Rojhilata Navîn dixwe"
Netanyahu piştgirî da gava Trump û got, Îxwan Muslimîn "gefê li aramiya tevahiya Rojhilata Navîn û derveyî wê dixwe."
Serokwezîrê Îsraîlê soz da ku "pêvajoya" derxistina yasaya qedexekirina Birayên Misilman a li Îsraîlê "temam bike."
Vê daxuyaniya Netanyahu karvedanên tund bi xwe re anîn û wekî gefeke siyasî ya li ser Partiya Îslamî ya "Raam"ê hat şîrovekirin.
Raam partiyeke Ereb e û di Parlamentoya Îsraîlê (Knesset) de ye.
Raam, baskê siyasî yê Tevgera Îslamî ya Başûr e. Ew şaxeke Tevgera Îslamî ya li Îsraîlê ye û ji aliyê fikrî ve nêzîkî Birayên Misilman e lê îdiaya serxwebûnê dike û tim red dike ku pêwendiya wê ya rêxistinî bi Birayên Misilman re hebe.
Baskê bakur ê tevgerê sala 2015an ji ber pêwendiya bi Hemasê re hatibû qedexekirin.
Tevgera Îslamî ya li Îsraîlê sala 1996an ji ber biryara beşdarbûna di hilbijartinên parlamentoyê de bû du baskên başûr û bakur.
"Netanyahu dixwaze hilbijartinan bidize"
Serokê Partiya Raamê Mensûr Ebbas, bi tundî êrişî Netanyahu kir û diyar kir ku armanca Netanyahu "hewldana dizîna hilbijartinan û diyarkirina encamên wan a pêşwext e, ji ber ku dizane Raam ew partî ye ku guherînê çêdike."
Serokê Raamê behsa dîroka xwe û Netanyahu kir û got:
"Ne Naftali Bennett û ne jî Yair Lapid bûn ku cara ewil bi Mensûr Ebbas re rûniştin.
Ez ji bo wê rewatiya siyasî ya ku min di heyama borî de bi dest xist deyndarê Benjamin Netanyahu me."
Wî amaje pê kir ku Likud û Netanyahu amade bûn hikûmetê bi wî re ava bikin.
Çavkaniyekî nêzîkî Netanyahu ji medyaya Îsraîlê re ragihand ku daxuyaniya wî "ne rasterast li ser Raamê bûye" û tekez kir:
"Em ne li dijî ti partiyeke diyarkirî ne. Eger Raam yasayê binpê bike, dê ji beşdarbûna hilbijartinê bê bêparkirin."
Gotinên Netanyahu hevdem in li gel hewldanên hikûmeta rastgir a Îsraîlê yên ji bo derxistina yasayekê ku beşdariya namzedên Ereb di hilbijartinan de zehmettir dike, bi taybetî li ser bingeha "piştgiriya terorê."
Bandora Îxwanan kêm bûye
Îxwan el Mislimîn sala 1928an li Misirê hat damezirandin û yek ji tevgerên îslamî yên siyasî yên herî bibandor ên cîhana Sunî ye.
Sala 2012an, Mihemed Mursî endamê rêxistinê bû yekem serokê hilbijartî yê Misirê lê salekê şûnda bi darbeyeke leşkerî ji desthilatê hat dûrxistin.
Bandora rêxistinê di salên dawî de ji ber zextên hikûmetên herêmê, bi taybetî li Misir û Siûdiyê kêm bûye.
Ji bilî Awistûryayê, ti welatê Rojavayî Birayên Misilman bi awayekî fermî qedexe nekiriye.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse