Hêzên Îsraîlê piştî êrîşa îro ya li nêzî bajarokê Huwara li Kerta Rojava ku têde 2 kesên Îsraîlî hatin kuştin, rêyan digirin û tedbîrên ewlehiyê tund dikin.Wêne: AHMAD GHARABLI / AFP
Hewlêr (Rûdaw) – Hikûmeta Îsraîlê ragihand, di “êrîşeke terorîstî” de li nêzîkî bajarokê Huwara li bakurê Kerta Rojava du welatiyên sivîl ên Îsraîlî hatine kuştin. Hikûmeta Îsraîlê diyar kiriye, êrîş ji aliyê kesekî Filistînî ve hatiye kirin, Artêşa Îsraîlê jî ragihandiye, rêyên deverê hatine girtin û ji bo girtina bikerê êrîşê operasyon hatiye destpêkirin.
Li gor medyaya Îsraîlê, îro di encama êrîşeke Filistîniyan de 2 Îsraîlî hatin kuştin. Hatiye ragihandin, ew du Îsraîlî ku di nava otomobîla xwe de bûne li nêzîkî bajarokê Huwara li bakurê Kerta Rojava rastî êrîşeke çekdarî hatine û jiyana xwe ji dest dane.
Weşana fermî ji zarê servîsa hawarçûnê ya Îsraîlê ragihandiye, 2 Îsraîlî yên di temenê bîst salî de piştî ku otomobîla wan li nêzîk bajarokê Hawara hat gulebarankirin, bi giranî birîndar bûn û piştî ku ew rakirin nexweşxaneyê, ji ber birînên giran jiyana xwe ji dest dane.
Hikûmeta Îsraîlê di daxuyaniyekê de êrîş weke “êrîşeke terorîstî” bi nav kir û ragihand, di êrîşê de du welatiyên Îsraîlê hatine kuştin.
Di daxuyaniya hevpar a Netanyahu û Wezîrê Ewlekariya Neteweyî Îtamar Ben-Gvir de hat destnîşankirin ku “di êrîşa terorîstî ya Filistînî de 2 sivîlên Îsraîlê hatin kuştin.”
Li gor medyaya Îsraîlê, her du kesên hatine kuştin bira bûne û nasnameya wan wek; Hallel Yaniv ê 21 salî, û Yagel Yaniv ê 19 salî hatiye ragihandin.
Artêşa Îsraîlê di daxuyaniyekê de ragihandiye, encamderê êrîşê bi otombîla xwe gihîştiye rêya Einabusê ya Huwara û gule berdane otombîleke Îsraîlî ya ku di rê re derbas dibû.
Artêşê gotiye, hêzên wan rêyên deverê girtine û dest bi operasyonê ji bo girtina bikerê êrîşkar kirine.
Ji aliyê xwe ve rojnameya “Yedioth Ahronoth” ragihand ku hêzên ewlekariyê yên Îsraîlê li pey berpirsê Felestînî yê êrîşa Huwara ne, û bal kişande ser wê yekê ku Çerxerêyên “Zatara” û “Yitzhar” li başûrê Nablusê ji hatinûçûnê re hatine girtin.
Kanala 12 a taybet jî got ku êrîş li ser Rêya 60, ku başûrê Îsraîlê bi rêya Kerta Rojava bi herêmên navendî û bakurê Îsraîlê ve girêdide, pêk hatiye.
Di heman demê de Hemasê ragihand, ku ev êrîş di çarçoveya “bersiva xwezayî ya sûcên dagirkeriyê” de hatiye kirin.
Hemasê di daxuyaniya xwe ya derbarê êrîşê de wiha got: “Ev ji dagirkeriyê re peyamek e ku gelê Filistînê dikare bersiva êrîşan bide.”
Herwiha Tevgera Cîhada Îslamî jî ragihandiye, êrîşa îro “bersiveke sirûştî û rewa ye li hember zêdebûna tawanên dagirkeriyê yên li dijî gel.”
Di daxuyaniya Tevgera Cîhada Îslamî de hatiye gotin: “Ev operasyon peyameke xurt dide civîna ewlehiyê ya Aqaba ku tevî mezinahiya komployê jî berxwedana me heye.”
Rojnameya Yedioth Ahronot ragihandiye, sibeha roja Yekşemê civîneke awarte li bajarê Aqaba bi banga Amerîka, Urdun û Misirê bi armanca rawestandina aloziyên di navbera Îsraîl û Filistînê de bi taybetî bi nêzîkbûna meha Remezanê re hat destpêkirin.
Ji destpêka îsal ve heta niha zêdetir ji 60 filistînî bi guleyên hêzên Îsraîlê hatine kuştin, ji wan 11 kes di dema êrişa roja Çarşemê ya artêşa Îsraîlî bo ser bajarê Nablusê li bakurê Kerta Rojava.
Herwiha ji destpêka îsal ve heta niha 10 Îsraîlî di êrîşên filistiniyan de jiyana xwe ji dest dane.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse