George Abdullah êdî azad e: 41 salan di girtîgehê de ma

26-07-2025
RÛDAW
Nîşan George Abdullah Libnan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Çalakvanê Libnanî George Abdullahê ku 41 salan li Fransayê girtî bû, piştî ku hat berdan vegeriya welatê xwe.

George Abdullah bi tohmeta kuştina 2 dîplomatên Amerîkî û Îsraîlî hatibû girtin.

Li gorî Ajansa Nûçeyan a Fermî ya Libnanê (NNA), George Abdullahê 74 salî yê ku piştgirê doza Filistînê ye, bi balafireke Air Franceyê gihîşt Balafirgeha Navneteweyî ya Refîq Herîriyê ya li Beyrûtê.

Bi dehan Libnanî ji bo pêşwaziya Abdullah li balafirgehê kom bûn.

Abdullah li salona rûmetê ya balafirgehê ji rojnamegeran re axivî û got:

“Em her tim li ber şehîdên berxwedanê bejna xwe ditewînin, ew bingeha her cure fikra azadiyê ne.”

“Îro rojeke neteweyî ye”

Sekreterê Giştî yê Partiya Komunîst a Libnanê Hanna Garib jî di axaftina xwe ya li qada pêşwaziyê de ev roj wekî “rojeke neteweyî” bi nav kir.

Garib tekez kir ku Abdullah “berxwedêrekî neteweyî û navneteweyî yê di ser mezheban re ye û di navenda berxwedana li dijî her cure projeyên dabeşkirin û parçekirinê de cih digire”.

George Abdullah kî ye?

George Abdullah sala 1984an ji aliyê rayedarên Fransî ve bi tohmeta kuştina dîplomatê Îsraîlî Yacov Barsimantov û ataşeyê leşkerî yê Amerîkayê Charles Robert Ray li Parîsê sala 1982yan û her wiha bi tohmetên sextekarî û hilgirtina çekan hatibû girtin.

Abdullah sala 1987an bi cezayê heta hetayê hatibû mehkûmkirin.

Dadgeha Temyîzê ya Parîsê 17ê Tîrmehê biryara berdana Abdullah dabû.

Malbata çalakvanê Libnanî ev gav wekî “serkeftineke neçaverêkirî ya daraza Fransayê” û “li hemberî zextên Amerîka û Îsraîlê yên li ser Parîsê, dijberiyeke eşkere” nirxandibû.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst