Hewlêr (Rûdaw) – Li Îsraîlê piştî êrişa Hemasê, gele kes rahênanê bikaranîna çekan dikin û herwiha gelek kesan jî ji hikûmetê xwestiye ku mohletê bide wan da ku çekê hilgirin.
Îsraîlî xwe fêrî bikaranîna çekan dikin û ew dibêjin, xwe ji bo egera dubarebûna êrişekî wekî 7ê Çiriya Pêşîn amade dikin.
Rahênerê bikaranîna çekan Sharon Gatt got:
“Dibe ji bakur ve Hizbullah êrişî Îsraîlê bike. Niha navçe aram e, em hêvîdar in her bi aramî bimîne lê ew nayê wê wateyê her wekî niha bimîne.”
Wezareta Asayîşa Îsraîlê ragihand ku piştî êrişên çekdarên Hemasî yên li navçeyên başûrê Îsraîlê, zêdeyî 100 hezar Îsraîliyan navê xwe ji bo wergirtina mohleta bikaranîna çekê nivîsandine.
Ev ji xeynî wê yekê ye ku artêşa Îsraîlê bangî zêdeyî 360 hezar çekdarên yedek jî kiriye û hinek ji wan jî amade ne.
Leşkerê yedek Alon jî got, “Ditirsî, bi nerîna min ew tişteke dikarî piştre lê bifikirî lê niha divê bihêz û xweragir bî.”
Li gorî hikûmeta Îsraîlê, sala borî zêdeyî neh hezar daxwazên mohleta hilgirtina çekê ji aliyê Wezareta Asayîşê ve hatibûn redkirin.
Herwiha piştî êrişên Hemasê, li Îsraîlê rêkarên hilgirtina çekê asantir bûne.
Berî êrişê her kesek ku mohleta çekê hebûya dikarî heta 50 fîşekan hilbigire lê niha dikare heta 100 fîşekan hilgire.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse