Rêveberiya Xweser ji ber êrişên li ser Elewiyan hişyarî da

26-11-2025
Nîşan Rêveberiya Xweser Sûriye Elewî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê bangî hikûmeta veguhêz a Sûriyeyê kir ku rêzê li vîna welatiyên li peravê, başûr û Himsê bigire û dawî li gotinên kîndariyê bîne.

Di van demê dawiyê de li bajarê Himsê yê Sûriyeyê tundiya li hemberî Elewiyan zêde bûye.

Li bajarê Laziqiyeyê û çend deverên din ên Sûriyeyê ku piraniya şêniyên wan Elewî ne, bi hezaran kes daketin kolanan û êrişên dawî yên li ser civaka xwe şermezar kirin.

Rêveberiya Xweser bi daxuyaniyekê dilgirinaya xwe ya derbarê zêdebûna rageşiya li Sûriyeyê, bi taybetî li herêmên peravê û parêzgeha Siwêdayê anî ziman.

Di daxuyaniyê de hişyarî hat dayîn ku hedefgirtina sivîl û xwenîşanderan dê welêt ber bi pêleke nû ya tundiyê ve bibe.

"Êriş sîstematîk in"

Rêveberiya Xweser diyar kir ku êrişên li dijî xwenîşanderan ku mafên xwe dixwazin û bikaranîna komên çekdar ên di bin navên wekî "Hêzên Eşîran" de, "sûcên sîstematîk in" û armanca wan têkdana aştiya navxweyî û derxistina fitneyan e.

Rêveberiya Xweser destnîşan kir ku ew piştgiriyê didin daxwazên aştiyane yên ji bo azadî, edalet û wekheviyê û got:

"Diyaloga siyasî û aştiyane ji bo derbaskirina qonaxa heyî û rêgirtina li kaoseke zêde yekane rê ye."

Banga ji bo Sûriyeyeke nenavendî

Di daxuyaniyê de bangî hikûmeta veguhêz hat kirin ku rêzê li îradeya xelke bigire û dawî li tundiya li dijî sivîlan bîne.

Hat diyarkirin ku rageşiya li Hims, peravê û Siwêdayê dê bandorên xeternak li ser paşeroja welêt bike.

Rêveberiya Xweser di dawiyê de diyar kir ku vebijêrka wan "Aştî, diyalog, hevgirtina Sûriyeyiyan û avakirina Sûriyeyeke demokratîk a nenavendî ye."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst