Bûyerên li beravê: Komîteya lêpirsînê hat avakirin

09-03-2025
Nîşan Sûriye Bûyer Elewî Komîteya Lêpirsînê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokkomarê Sûriyeyê Ehmed Şer îlan kir ku li ser bûyerên li beravê komîteyeke serbixwe hatiye avakirin.

Li berava Sûriyeyê, li herêmên Elewiyan di şer û pevçûnan de bi sedan kes hatin kuştin.

Di daxuyaniya nivîskî ya Serokomariya Sûriyeyê de hat ragihandin ku ji bo lêkolîna hemû aliyên bûyeran û destnîşankirina kesên berpirsyar komîteyeke serbixwe hatiye erkdarkirin ku ji 7 endaman pêk tê.

Komîteya lêpirsînê ya serbixwe ji bo lêkolîna sedemên destpêkirina bûyeran û pêvajoya bipêşketina wan, lêpirsîna binpêkirinên li dijî sivîlan û destnîşankirina kesên berpirsyar, lêkolîna êrişên li ser saziyên dewletê, hêzên ewlehiyê û artêşê hatiye peywîrdarkirin.

Her wiha komîte dê bibê xwedî desthilat ku di rewşa pêwîst de ji pisporan alîkariyê bistîne.

Li gorî daxuyaniyê, hemû saziyên dewletê neçar in ku bi komîteyê re hevkariyeke temam bikin.

Rewangeha Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) eşkere kir ku li rojavayê Sûriyeyê ku bi piranî Elewî lê dijîn di çar rojên borî de 1018 kes hatine kuştin ku piraniya wan sivîl in.

SOHRê diyar kir ku di nav kuştiyan de 745 sivîl, 125 endamên hêzên hikûmetê û 148 alîgirên rejîma Esed hene.

Li gorî AFPyê jî 1311 kuştî hene ku 231 ji wan endamên hêzên hikûmetê, 250 ji wan alîgirên rejîma Esed û 830 ji wan jî sivîl in.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst