Nêçîrvan Barzanî diçe Urdinê û bi Şah Ebdulah re dicive

27-04-2025
Nêçîrvan Barzanî û Şah Ebdulahê Duyem / Wêne û Vîdeo: Arşîv
Nêçîrvan Barzanî û Şah Ebdulahê Duyem / Wêne û Vîdeo: Arşîv
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî diçe Emanê paytexta Urdinê û dê ji aliyê Şahê Urdinê Şah Ebdulah Duyem ve bê pêşwazîkirin.

Serokatiya Herêma Kurdistanê ragihand ku Nêçîrvan Barzanî dê bi Şah Ebdulah Duyem re bicive û pê re xurtkirina pêwendiyên her du aliyan û hevkariya hevbeş a Îraq û Herêma Kurdistanê ya li gel Urdinê binirxîne.

Nêçîrvan Barzanî dê bi hinek berpirsên payebilind ên Urdinê re jî rûne.

Serokê Herêma Kurdistanê sala 2021ê jî çûbû Urdinê û ji aliyê Şah Ebdulahê duyem ve hatibû pêşwazîkirin.

Pêwendiyên Urdin û Herêma Kurdistanê

Yekem: Pêwendiyên aborî û bazirganî

Qebareya dan û standina bazirganî ya navbera Urdin û Îraqê di sala borî de nêzîkî milyarek û 500 milyon dolarî bû.

Herêma Kurdistanê jî beşeke darîçav a vê dan û standina bazirganî ye çimkî Herêma Kurdistanê bala şirketên Urdinê dikişîne ku niha şaxên şirketên wan ên li Herêma Kurdistanê gihiştiye 108an.

Ev pêwendî bûye sedem ku Meclisa Kar a Hevbeş di navbera Yekîtiya Veberhêneran a her du aliyan de were avakirin.

Duyem: Pêwendiyên di warê tenduristiyê de

Pêwendiyên Urdin û Herêma Kurdistanê yên di warê tenduristiyê de bi rengên cuda ne.

Meclisa Bijîşkî ya Urdinê bawerî daye Herêma Kurdistanê, xwendekar û stajyarên Herêma Kurdistanê dikarin li Navenda Husên a ji bo çareserkirina nexweşiya penceşêrê bixwînin û rahênana pêwîst wergirin, her wiha hevahengî bi Meclisa Perestarên Urdinî re hatiye kirin.

Sêyem: Pêwendiyên di warê akademîk de

Piştî lidarxistina konferansa Xwendina Bilind a Urdin-Kurdistanî ya sala borî, niha Wezareta Xwendina Bilind a Urdinê 20 zanîngehên Herêma Kurdistanê nas dike, derçûyên van zanîngehan dikarin li Urdinê xwendina xwe bidomînin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst