Hewlêr (Rûdaw) - Bi milyonan hacî ji her temenekî berê xwe dane Çiyayê (Girê) Erefatê bo cîbicîkirina erkê pêncem ê Hecê. Piştre 5 erkên din dimînin, ku ya herî dawî tewafa birêketinê ye.
Hemû ev erkên zehmet di dema 10 rojan de tên kirin. Lewra bo cîbicîkirina wan erkan, pêwîstî bi hinek tiştan heye, di serî de jî çenteyê ser mil.
Welatiyê Rûsyayê Elî Bin Mûsa got "Eger kîsek an çenteyekî min ê giran hebe, ez nikarim ti karî bikim, lewra ev çenteyê min ê sivik heye û bi dilê xwe digerim."
Heca îsal ketiye destpêka havînê, germa bi roj gehiştiye zêdeyî 40 pileyan.
Lewra mirov her corekî kuman li ser serê xelkê dibîne. Kumên Îslamî û biyanî, modêla kawbo yê welatên Rojava, kumê sîwanî, sipî û pirreng, cemedana Umanî.
Li aliyê din hinek Asyayî jî hesîrê dikin sîwana serê xwe, jinek bi pankeke biçûk xwe hênik dike…
Herwiha çenteyên biçûk bo hilgirtina tizbî û pêdiviyên din jî girîng in.
Welatiyê Cezayirê Mûnî Malûf dibêje "Ez siccadê, tizbî û Quranê di vî çenteyî de hildigirim."
Herwiha kursiyê seferî bo rûniştin û bêhnvedanê û pêdiviyên din jî ligel heciyan dibînî.
Welatiyê Misrê Umeyme Hafiz diyar kir "Bitlê avê, klînîks, paqijker û vê destmalkê bo paqijkirina rûyê xwe bikar tînim, siccade jî heye, Xwedayê mezin her tişt bo me asan kiriye."
Bi dirêjahiya 10 rojên Hecê, bi kêmanî hecî 40 kîlometre duca li ser erdekê dimeşin ku bi sîstemeke taybet hatiye sarkirin, lewra pêlavên baş û goreyên bikêrhatî, du pêdiviyên serekî yên heciyan in.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse