Hewlêr (Rûdaw) - Nûnerê Taybet ê Amerîkayê yê Kar û Barên Sûriyeyê Tom Barrack got, “Heta ku çek di destê Hizbulahê de bin, gotin dê têrê nekin.”
Nûnerê Taybet ê Amerîkayê yê Kar û Barên Sûriyeyê û Balyozê Amerîkayê yê Tirkiyeyê Tom Barrack li ser hesabê xwe yê Xê derbarê Libnan û Hizbulahê daxuyaniyek belav kir.
Tom Barrack di daxuyaniya xwer de ragihand:
“Heta ku çek di destê Hizbulahê de bin, gotin dê têrê nekin.
Divê hikûmet û Hizbulah ji bo ku gelê Libnanê mehkûmî statukoya xitimî nekin, bi temamî biryardar bin û demildest tevbigerin.”
Barrack di parvekirina xwe de da zanîn:
“Pêbaweriya Hikûmeta Libnanê girêdayî şiyana wê ya lihevanîna prensîb û pratîkê ye.
Wekî ku serokên wê gelek caran gotine, krîtîk e ku 'tenê dewlet xwediyê tekane yê çekan be'.
Heta ku çek di destê Hizbulahê de bin, gotin dê têrê nekin.
Pêwîst e hikûmet û Hizbulah niha bi temamî pêbend bin û tevbigerin ku gelê Libnanê mehkûmî statukoya xitimî nekin.”
The credibility of Lebanon’s government rests on its ability to match principle with practice. As its leaders have said repeatedly, it is critical that “the state has a monopoly on arms.” As long as Hizballah retains arms, words will not suffice. The government and Hizballah…
— Ambassador Tom Barrack (@USAMBTurkiye) July 27, 2025
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse