Îsraîlê derdora Şamê bombebaran kir

29-05-2023
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Ajansa fermî ya Sûriyê SANA belav kiriye ku derengiya şeva derbasbûyî demijmêr 11:45an, Îsraîl ji aliyê Golanê ve êrîşî ser çend xal û bingehan li gundewarê Şamê kirine û Berevaniya Asmanî ya Artêşa Sûriyê rûbirûyî wê êrîşê bûye û çend muşek xistine xwarê.

Li gorî heman çavkaniyê, ziyanên canî tune ne û ziyan bi tenê madî ne.

Li gorî Çacdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) jî, şevê din Îsraîlê du caran li pey hev, Bingeha Berevaniya Asmanî ya Artêşa Sûriyê ku çekdarên Hizbullah a Lubnanê li wir dimînin bombebaran kirine.

Ew bingeh li navçeya Hifêr Elfoqa li gundewarê Şamê dikeve, herwiha di wê êrîşê de derdora balafirxaneyê û navçeya Hamê hatiye armanckirin.

Ev yekemîn êrîşa Israîlê ye li ser Sûriyê ji piştî lutkeya Ceda, lê duyemîn êrîş e di meha Gulanê de. Roja 1 Gulanê jî artêşa Israîlê çend bingeh li derdora Helebê bombebaran kiribûn û di encamê de leşkerek hat kuştin û 5 lekşkerên din birîndar bûn.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst