Hewlêr (Rûdaw) - Artêşa Îsraîlê ragihand ku agirbesta li Xezeyê careke din dest pê kiriye.
Artêşa Îsraîlê daxuyaniyeke nivîskî de diyar kir, "Piştî rêzeêrişên li ser bi dehan xalan ên wekî bersiveke ji binpêkirinên Hemasê re, bi fermana îradeya siyasî careke din li agirbestê hat vegerîn."
Artêşa Îsraîlê diyar kir ku di êrişan de 30 endamên komên çekdar ên cuda hatine kuştin û da zanîn ku ew dê "pêbendî agirbestê bimîne" lê li hemberî binpêkirinan dê bersiveke tund bide.
Li gorî nûçeyên medyaya Îsraîlê, agirbestê bi dema herêmî saet 10:00an (bi dema Kurdistanê saet 11:00) dest pê kiriye.
Li aliyê din, di nûçeyan de hat diyarkirin ku Hemasê di saetên êvarê de êrişên roketan birine ser niştecihên Îsraîlî yên li Xezeyê.
Îsraîlê gotibû ku Hemasê agirbest bin pê kiriye û wê jî şeva borî êrişî deverên cuda yên Xezeyê kiribû.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse