Pevguhertina dîlan berdewam e: Îsraîlê 30, Hemasê 10 dîl berdan

29-11-2023
RÛDAW
Nîşan Îsraîl Hemas
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Di çarçoveya lihevkirinê de, Îsraîlê 30 dîlên ku 15 ji wan jin û 15 jî zarok in berda.

Herwiha Hemasê jî 10 dîlên Îsraîlî radestî rayedrên Komîteya Xaça Sor a Navneteweyî kir.

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Qeterê Macîd Ensarî têkildarî guhertina dîlan a di navbera Hemas û Îsraîlê de, li ser hesabê xwe yê Xê daxuyanî da.

Macîd Ensarî di daxuyaniya xwe de diyar kir ku 10 dîlên Îsraîlî radestî Xaça Sor a Navneteweyî hatine kirin.

Li aliyê din artêşa Îsraîlê jî agahî piştrast kirin ku 10 Îsraîlî û 2 dîlên biyanî radestî Komîteya Xaça Sor hatine kirin.

Rayedarên Xaça Sor jî di daxuyaniya xwe de diyar kirin ku wan 12 dîl birine Misirê û ew ji wir jî ber bi Îsraîlê ve hatine şandin.

Peymana guhertina dîlan

Artêşa Îsraîlê 21ê Çiriya Paşînê, rêkeftina guhertina dîlan a bi Hemasê re qebûl kir.

Di berdêla berdana 150 girtiyên Filistînî ku di nava wan de zarok û jin hene, dê 50 dîlên Îsraîlî bêne berdan û li ser vê peymanê 4 roj agirbest hatibû ragihandin.

Agirbest, 24ê Çiriya Paşînê li gorî saeta Kurdistanê, di demjimêr 08:00an de dest pê kir.

Qeterê ragihand ku li Xezeyê "navberdayina mirovî" ya ku berî niha di navbera Hemas û Îsraîlê de çêbûbû, 2 rojên din hat dirêjkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst