Hewlêr (Rûdaw) - Rêveberê Resedxaneya Kandilliyê Prof. Dr. Haluk Ozener ragihand ku piştî erdhejên 6ê Sibatê, li herêmê bi hezaran erdhej çêbûne.
Piştî karesata erdhejên 6ê Sibatê ku navendên wan li parêzgeha Mereşa Bakurê Kurdistanê bûn lê bandor li 11 parêzgehan kir, li herêmê erdhejên paşekî anku paşlerze berdewam dikin.
Rêveberê Resedxaneya Kandilliyê Prof. Dr. Haluk Ozener diyar kir, “Tenê heta 29ê Gulanê saet 03:00an bi tevahî 28 hezar û 990 erdhej hatine tomarkirin.”
Haluk Ozener got, “Di hefteya dawî hejmara erdhejan bû 855. Li herêmê kêmbûna hejmara erdhejan didome.”
Di rojên derbasbûyî de hat tesbîtkirin ku di 3 mehên piştî karesatê de bi giştî 38 hezar erdhejên paşekî çêbûne.
Di erdhejên 6ê Sibatê de li 11 parêzgehên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê zêdetirî 50 hezar kesan jiyana xwe ji dest dan.
Rêveberê Giştî yê Erdhej û Kêmkirina Rîskê ya AFADê Orhan Tatar jî amarek cudatir ji ya Kandilliyê nîşan dide û dibêje, piştî 6ê Sibatê 38 hezar erdhejên paşekî li herêmê çêbûne.
6 Şubat 2023 depremlerinin ardından, 29 Mayıs 2023 saat 03:00 itibarıyla bölgede toplam 28990 adet deprem çözümü yapılmıştır. Son 1 haftadaki deprem sayısı 855 oldu. Bölgede deprem sayısındaki azalma devam etmektedir. @Kandilli_info pic.twitter.com/fqDMD2EEcQ
— Haluk Özener (@HalukOzener) May 29, 2023
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse