Hemasê termên 2 dîlên Îsraîlî radest kirin

31-10-2025
RÛDAW
Nîşan Hemas Îsraîl Xeze
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hemasê di çarçoveya rêkeftina agirbest û pevguhertina dîlan a li Xezeyê de, termên 2 dîlên Îsraîlî yên ku ji bin kavilan hatibûn derxistin, radestî Rêxistina Xaça Sor kir.

Pêvajoya radestkirina terman a ku ji ber êrişên artêşa Îsraîlê yên 28ê Çiriya Pêşîn ên li Xezeyê tevî agirbestê hatibû bipaşxistin, îro pêk hat.

Hemasê termên ku diyar kir ku yên 2 dîlên Îsraîlî ne, li Xezeyê radestî şandeya Xaça Sor kir.

Li aliyê din, di daxuyaniya artêşa Îsraîlê de hat ragihandin ku Xaça Sor tabûtên ku term tê de ne, wergirtine.

Tê payîn ku piştî ku termên dîlên Îsraîlî ji aliyê artêşa Îsraîlê ve werin wergirtin, Saziya Tiba Dadî ya Neteweyî xebatên tespîtkirina nasnameyê bike.

Heger piştî tespîtkirina nasnameyê were piştrastkirin ku term ên dîlên Îsraîlî ne, dê li Kerta Xezeyê termên 11 dîlên Îsraîlî mabin.

Hemasê di çarçoveya rêkeftina agirbestê de berê termên 15 dîlan radest kiribûn ku du ji wan Nepalî bûn.

Îsraîlê jî cenazeyên 195 Filistîniyên ku li Xezeyê desteser kiribûn, vegerandibûn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst