Hemas: Plana Trump nêzîkî nêrîna Îsraîlê ye û hîn negihiştiye destê me

29-09-2025
Nîşan Hemas Îsraîl Xeze Donald Trump Benjamin Netanyahu
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Berpirsê payebilind ê Hemasê Mehmûd Merdawî ragihand ku plana Serokê Amerîkayê Donald Trump a ji bo rawestandina şerê li Xezeyê hîn bi awayekî fermî negihiştiye destê wan û got, "Xalên wê nêzîkî nêrîna Îsraîlê ne."

Merdawî di daxuyaniyeke xwe de ji kanala "El-Eqsa" re ragihand, "Plana Trump negihiştiye destê me û heta niha negihiştiye ti aliyekî Filistînî. Berî ku were eşkerekirin, em jê nehatibûn agahdarkirin."

"Em pêşniyara ku me ji komkujiyan neparêze qebûl nakin"

Merdawî tekez kir ku "xalên vê planê nêzîkî nêrîna Îsraîlê ne" û ew wek "hewldanek ji bo têkbirina pêla navneteweyî ya naskirina dewleta Filistînê" dibînin.

Berpirsê Hemasê her wiha got ku ew dê pêşniyara Amerîkayê lêkolîn bikin û bi komên din ên Filistînî re nîqaş bikin.

Berpirsê Hemasê di berdewamiyê jî de got, "Em dê ti pêşniyara ku mafê çarenivîsê ji bo gelê Filistînê di nav xwe de nehewîne û wan ji komkujiyan neparêze, qebûl nekin."

Merdawî anî zimên ku xalên ku di plana Trump de hatine eşkerekirin "ne zelal û bêgarantî ne" û gotinên ku di civîna çapemeniyê de hatine kirin "bi israra Netanyahu ya ji bo domandina şer re li hev dikin."

Di dawiyê de, Merdawî bal kişand ser wê yekê ku divê plan bi awayekî nivîskî bigihêje destê wan û got, "Berî ku em bersivê bidin vê planê, divê belge bigihêje destê Hemas û rêxistinên din ên Filistînî."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst