Larîcanî: Em ne amade ne şiyana xwe ya mûşekî sînordar bikin

02-09-2025
RÛDAW
Nîşan Elî Larîcanî Îran Amerîka
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Sekreterê Ewlehiya Niştimanî ya Îranê ragihand ku ew ne amade ne şiyana xwe ya mûşekî sînordar bikin.

Larîcanî her wiha got, “Rêya dan û standinê ya bi Amerîkayê re nehatiye girtin.”

Sekreterê Ewlehiya Niştimanî ya Îranê Elî Larîcanî îro li ser tora civakî ya Xê daxuyaniyek belav kir.

Larîcanî derbarê dan û standinên li ser bernameya atomê ya Îranê got:

“Amerîkî tenê bi gotinan behsa dan û standinan dikin û bi kiryar nayên ser maseya dan û standinê.

Amerîka bi nerastî dibêje ku Komara Îslamî ya Îranê dan û standinan nake.

Rêya danûstandinê ya bi Amerîkayê re nehatiye girtin. Ew naxwazin danûstandinan bikin.”

Sînordarkirina mûşekan

Larîcanî amaje bi wê yekê jî kir, “Îran daxwaza dan û standineke jîrane dike, lê Amerîka hinek mijaran wekî sînordarkirina şiyana mûşekî ya Îranê tîne rojevê ku ew bi xwe jî dizanin ev yek pêk nayê û bi kiryar rê li ber dan û standinan digirin.”

Wî her wiha anî zimên: “Guman tune ku parastina Îran û Komara Îslamî prensîp e, lê dijmin daxwaz dike ku em şiyanên xwe yên mûşekî kêm bikin.

Em ne amade ne ku çekên xwe radest bikin û şiyana xwe ya mûşekî sînordar bikin.”

Brîtanya, Fransa û Almanyayê 28ê Tebaxa 2025an mekanîzmaya bi navê Snapbackê (vegerandina sizayan) li dijî Îranê çalak kiribû.

Wan her sê welatan ragihandibû ku ew dê hemû amûrên dîplomatîk bi kar bînin da ku nehêlin Îran çeka atomî çêbike.

Li pêşiya Îranê 30 roj hene ku yan divê bi mercên Ewropiyan ên derbarê bernameya xwe ya atomî razî bibe yan jî dê bikeve bin sizayên aborî yên tund ên navneteweyî.

Ewropî daxwaz dikin ku Îran rê bide vekolerên Ajansa Navneteweyî ya Enerjiya Atomê ku biçin navendên wê yên atomî.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst