Tiba Dadî ya Îranê: Di 5 salan de 91 hezar kes ji ber qezayan mirine

03-09-2025
Nîşan Îran Rojhilatê Kurdistanê Qeza Mirin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Saziya Tiba Dadî ya Îranê Ebas Mescidî Aranî ragihand ku li Îran û Rojhilatê Kurdistanê di 5 salan de 91 hezar û 144 kes di qezayên trafîkê de mirine.

Ebas Mescidî Aranî got ku di wan 5 salan de hejmara herî zêde ya qurbaniyên qezayên trafîkê di meha dawî ya havînê de bûye.

Wî ji xelkê xwest ku di wê meha ku betlaneya havînê bi dawî dibe de baldartir bin û bi hişyariyeke zêdetir ajokariyê bikin.

Serokê Saziya Tiba Dadî ya Îranê her wiha amaje bi wê yekê kir ku xemsarî û ajotina bilez, li gel xerabiya rêyan ji sedemên sereke yên zêdebûna hejmara miriyan in.

Piraniya qurbaniyên qezayên trafîkê li parêzgehên Tehran (420 kes) û Farsê (387 kes) ne.

Herî kêm qurbanî jî li parêzgehên Îlamê (46 kes), Kohgîlo û Buyer-Ehmedê (52 kes) û Xorasana Başûr (55 kes) ne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst