Hewlêr (Rûdaw) - Supaya Pasdaran a Îranê ragihand ku li herêmên sînorî yên parêzgeha Sîstan û Belûçistanê di pevçûneke çekdarî de 3 endamên wan hatine kuştin.
Biryargeha Qudsê ya Hêzên Bejahî ya Supaya Pasdaran îro li ser pevçûnê daxuyaniyek belav kir.
Li gorî daxuyaniyê, îro li herêma sînorî ya Larê ya bajarê Zahîdan yê navenda parêzgeha Sîstan û Belûçistanê, hejmarek çekdarên dijberên Komara Îslamî ya Îranê êrişî hêzên wan kiriye û şer derketiye.
Biryargeha Qudsê ya Hêzên Bejahî ya Supaya Pasdaran da zanîn ku di pevçûnê de 3 pasdar hatine kuştin.
Heta niha ti kom an alî berpirsiyariya êrişê negirtiye ser xwe.
Koma Sunî a bi navê Ceyşul Adil ku komeke çekdar a Belûçan e li Îranê, heta niha gelek caran li herêmên parêzgeha Sîstan û Belûçistanê êrişî baregehên polîs û hêzên ewlehiyê kiriye.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse