Hewlêr (Rûdaw) - Îranê di maweyê dawî de pêvajoya dersînorkirina penaberên Efxan bi lez kiriye û heta niha 1,6 milyon Efxanistanê veguhastine welatê wan.
Li Deriyê Sînorî yê Mîlekê yê li bajarê Zahedanê yê Îranê, rojane bi hezaran Efxan vedigerin welatê xwe.
Îranê di 45 salên borî de, deriyên xwe ji bo koçberiya herî mezin a Efxanan a li cîhanê vekiribû û zêdetirî 6 milyon penaber û penaxwazên Efxan li Îranê bi cih bûbûn.
Lê belê kêmtirî 800 hezarî ji wan xwedî kart û belgeyên fermî bûn û yên din wekî penaberên "neyasayî" dihatin dîtin.
"Bihayê tûmen daketiye"
Yek ji sedemên sereke yên vegera Efxanan krîza aborî ya li Îranê ye.
Koçberekî Efxan diyar kir ku rewşa aborî xera bûye û got:
"Min dît ku kar nîne. Bihayê tûmenê Îranê gelekî daketiye, êdî ti sûda wî nemaye.
Ez vedigerim welatê xwe Efxanistanê, li wir ez dikaneke sade jî vekim dê ji rewşa vir gelekî çêtir be."
Pirsgirêkên yasayî û nebûna mafan
Penaberên bêbelge li Îranê rastî gelek zehmetiyan tên. Ne mafê wan ê kirîna milk, ne mafê xwendina zarokên wan û ne jî mafê karkirina fermî heye.
Jineke Efxan behsa zehmetiyên xwe kir û got:
"Belgeyên me yên Îranê nebûn. Ti mafên zarokên me jî nebûn, kurê min di dema karkirinê de girtin û dersînor kirin."
Bandora şerê Îran û Îsraîlê
Hejmara zêde ya Efxanistaniyan gelek caran bûye sedema fikarên ewlehî, siyasî û civakî ji bo desthilata Îranê, bi taybetî jî piştî vegera Talîbanê ya ser desthilatê ya di Tebaxa 2021ê de ev fikar zêdetir bûne.
Her wiha şerê Îran û Îsraîlê yê di hezîrana îsal de jî kampanyaya dersînorkirina wan bileztir kiriye.
Heta niha milyon û 600 hezar Efxan ji Îranê derketine.
Ji vê hejmarê tenê 400 hezar kes bi daxwaza xwe vegeriyane, yên din hatine dersînorkirin.
Penaberekî din jî got, "Em du salan li vir bûn, em her gav li benda wê yekê bûn ku em bên girtin.
Me got ev ji bo me nabe, heke em xwe radest bikin çêtir e."
Li gorî amarên Wezareta Karên Civakî ya Îranê, 430 hezar Efxan di sektorên avahîsazî, pîşesazî, çandinî û xizmetguzariyê de dixebitin ku ev dike nêzîkî ji sedî 1,5ê hêza kar a Îranê.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse