Hewlêr (Rûdaw) - Du rêxistinên navneteweyî yên mafên mirovan ragihand ku piştî êrişa Îsraîlê li Îranê zêdetirî 20 hezar kesî bi hincetên siyasî hatine desteserkirin.
Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî (Amnesty International) û Rêxistina Çavdêriya Mafên Mirovan (Human Rights Watch) raporeke hevpar belav kir.
Her du rêxistinan ragihand ku ji 13ê Hezîranê heta niha li Îranê zêdetirî 20 hezar kesên wekî rexnegir, çalakvanên mafên mirovan, rojnameger, bikarhênerên torên civakî û welatiyên Efxanistanê hatine desteserkirin.
Di raporê de hat destnîşankirin ku beşeke berbiçav a desteserkiriyan Kurd û Belûç in.
Her du rêxistinên navneteweyî dibêjin ku di wê heyamê de herî kêm 9 kes bi tohmeta sîxuriya Îsraîlê hatine îdamkirin.
Amnesty International û Human Rights Watch ji desthilata Îranê xwest ku bilez îdamkirina girtiyan rawestîne û kesên ku bê sedem hatine desteserkirin jî berde.
Her wiha wan bangî civaka navneteweyî kir ku zextê li Îranê bike da ku binpêkirinên mafên mirovan rawestîne û cezayan li wan kes û saziyan bibire ku destê wan di binpêkirinan de heye.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse