Supaya Pasdaran hişyarî da Îsraîlê: Dê ti xeta me ya sor nebe

05-07-2025
RÛDAW
Nîşan Îran Îsraîl Sûpaya Pasdaran Elî Mihemed Naînî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Supaya Pasdaran a Îranê hişyariyê da Îsraîlê û got, di egera êrişeke din de li ser Îranê, dê ti xeteke sor a Tehranê nebe.

Berdevkê Supaya Pasdaran a Îranê Elî Mihemed Naînî di hevpeyvîna xwe ya ligel medyaya Erebî de behsa şerê 12 rojî yê welatê xwe yê li gel Îsraîlê kir.

Di wî şerî de êriş li ser tesîsên nuklerî û leşkerî yên Îranê hat kirin û Tehranê bi mûşekên balîstîk û dronên bombebarkirî bersiv da.

Berdevkê Supaya Pasdaran Elî Mihemed Naînî got ku armanca Îsraîlê jiholêrakirina şiyanên Îranê bû.

Naînî amaje bi wê yekê jî kir ku Îsraîlê bi awayekî aşkere ragihandibû ku armanca şerê li dijî Îranê, teslîmbûn, rûxandin û jiholêrakirina desthilatê ye û got:

"Piştî ku dijmin bi rêya dan û standinan nekarî bigihîje armancên xwe, dest bi operasyona leşkerî kir."

"Bersiva bilez a Îranê karê dijmin têk da"

Berdevkê Supaya Pasdaran a Îranê ragihand ku Îsraîlê fermandarên leşkerî yên Îranê kirine armanc û mebesta wê têkdana aramî û şikandina vîna gelê Îranê bû û wha got:

"Lê me bersiveke bilez da wan. Bersiva bilez a Îranê karê dijmin têk da.

Pêwîst e em li armancên şer binêrin, da ku em bizanibin kê bi ser ket û kê têk çû."

Naînî herwiha da zanîn ku wan di şer de bi zêdetirî 2000 mûşek û dronên bombekirî êrişî Îsraîlê kirine û got:

"Komara Îslamî ya Îranê karî bi awayekî serkeftî armancên stratejîk ên leşkerî, ewlehî û aborî yên Îsraîlê bike armanc û wan têk bibe."

Sererkanê Artêşa Îranê Ebdulrehîm Mûsewî jî doh di merasîma bîranîna Huseyîn Selamî, fermandarê berê yê Supaya Pasdaran de li Tehranê ragihand, eger Îsraîl careke din êrişî welatê wî bike, vê carê "Amerîka jî nikare Netanyahu" rizgar bike.

Sererkanê Artêşa Îranê got, "Me planeke wisa amade kiribû ku dijmin bêçare bike lê bi rawestandina şer, derfeta cîbicîkirina wê çênebû.

Eger careke din xeletiyek bê kirin, ew plan dê bê cîbicîkirin. Dibe ku êdî Amerîka jî nikaribe Netanyahu rizgar bike."

Şerê 12 rojî

Di 13ê Hezîrana 2025an de bi êrişa Îsraîlê ya li Îranê şerekî 12 rojî dest pê kir û Îranê jî bi mûşekên balîstîk û dronên bombekirî bersiv da.

22yê Hezîranê, Amerîka tevlî şer bû û êrişî tesîsên nukleerî yên Fordo, Netenz û Îsfehanê kir.

Di 25ê Hezîranê de jî, Serokê Amerîkayê Donald Trump agirbest ragihand.

Li gorî Wezareta Tenduristiyê ya Îranê, di êrişên Îsraîlê yên li ser wî welatî de, herî kêm 935 kes hatin kuştin ku di nav wan de bi dehan efserên artêşa Îranê û zanyarên navokî jî hebûn.

Her wiha di encama êrişên Îranê yên li ser Îsraîlê de 29 kes hatin kuştin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst