Hewlêr (Rûdaw) - Li Tehrana paytexta Îranê ji ber kêmbûna rezervên avê yên di bendavan de, hat ragihandin ku dibe ku bajar di nava du hefteyan de rûbirûyê krîzeke cidî ya avê bibe.
Birêvebirya Giştî yê Îdareya Avê ya Tehranê Behzad Parsa ji medyaya Îranê re ragihand ku li Bendava Emîr Kebîr a ku depoya sereke ya avê ya bajêr e, niha tenê 14 milyon metrekup av maye û ev yek jî tenê ji sedî 8ê kapasîteya bendavê pêk tîne.
Behzad Parsa hişyarî da ku bi vê kapasîteyê, bendav dikare herî zêde du hefteyên din avê bide Tehranê û got ku sedema sereke ya vê kêmbûna mezin, kêmbûna baranê ye.
5 bendav hema hema vala ne
Li aliyê din, asta avê li hema hema hemû 5 bendavên mezin ên ku avê didin parêzgehên Tehran û Elburzê, daketiye asteke metirsîdar.
Av ji pênc bendavên bi navê Lar, Mamlû, Emîr Kebîr, Taliqan û Latyan ji bo Tehranê tê dabînkirin.
Li seranserê Îranê di 5 salên dawî de di rêjeya baranê de kêmbûneke cidî heye.
Daneyên saziyên meteorolojiyê nîşan didin ku îsal li Tehranê li gorî rewşa normal a demsalê, baran nêzîkî ji sedî 40 kêmtir bariye û li 20 parêzgehên dilopek baran jî nebariye.
Bi taybetî di mehên bihar û havînê de hema hema ti baran nebarî û ev yek bû sedema kêmbûna rezervên di bendavan de.
Vê rewşê ne tenê di avên ser erdî de, di rezervên ava bin erdî de jî kêmbûneke cidî çêkir.
Îdareya Avê ya Parêzgeha Tehranê 20ê Tîrmehê hişyarî dabû ku ji ber ziwabûna 5 salên dawî, rezervên di bendavên ku avê didin Tehranê de gihiştiye asta herî nizm a sedsala dawî.
Li bajêr di dema havînê de car caran av dihat birîn.
Pizîşkiyan: Bi rastî ava Tehranê nîne
Serokkomarê Îranê Mesûd Pizîşkiyan 23yê Tîrmehê derbarê mijarê daxuyaniyek dabû û gotibû ku eger pirsgirêka avê ya li Tehranê bi vî rengî berdewam bike û çareserî neyê dîtin dê ne mimkin be ku av bigihînin xelkê.
Pizîşkiyan bal kişandibû li ser metirsiya nebûna avê gotibû, "Nehevsengiya enerjiyê di qonaxeke cidî de ye.
Bi rastî ava Tehranê nîne û eger wiha berdewam bike, em dê nikaribin avê bidin gel."
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse