Eraqçî: Encamên êrişa Îsraîlê dê zererê bide tevahiya herêm û cîhanê

07-07-2025
RÛDAW
Nîşan Ebas Eraqçî Îran Îsraîl BRICS
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Karên Derve yê Îranê ragihand ku encamên êrişa Îsraîlê tenê bi welatê wî sînordar namîne û dê ziyanê bide tevahiya herêm û cîhanê.

Her wiha Eraqçî tekez kir, "Li hemberî her destdirêjiyeke nû, em dê bi hemû hêza xwe parastina xwe bikin."

Ebas Ereqçî doh li bajarê Rio de Janeiro yê Brezîlyayê di civîna lûtkeya welatên endamên BRICSê de gotarek pêşkêş kir.

Eraqçî amaje bi şerê 12 rojî yê bi Îsraîlê re kir ku tê de êriş li tesîsên atomê û baragehên leşkerî yên Îranê hatin kirin û Tehranê bi mûşekên balîstîk û dronên bombekirî bersiv dabû.

Wezîrê Karên Derve yê Îranê got, "Di saetên destpêkê yên roja Înê, 13ê Hezîranê, tenê du roj berî destpêkirina gera şeşemîn a dan û standinên atomî yên Îran û Amerîkayê, rejîma Îsraîlê êrişeke terorîstî û leşkerî li dijî welatê min da destpêkirin.

Herêmên niştecihbûnê û bingehên leşkerî hatin armanckirin, fermandar û leşker, her wiha hejmarek mamosteyên zanîngehê û zanyar bi awayekî hovane hatin terorkirin, xelkê sivîl tevî zarok û jinan hatin komkujkirin.

Saziyên me yên atomî yên aştîxwaz ku di bin çavdêriya tund a Ajansa Navneteweyî ya Enerjiya Atomê de ne, rastî êrişê hatin.

Binesaziya me ya giştî û hejmarek navendên berhemanîna sotemeniyê jî hatin teqandin."

Ereqçî amaje bi êrişa Amerîkayê ya li saziyên atomî yên welatê xwe kir û got:

"Tevlîbûna paşê ya Amerîkayê di şer de û armanckirina saziyên atomî yên aştîxwaz ên Îranê, ti gumanek nehişt ku Hikûmeta Amerîkayê bi temamî di şerê êrişkar ê rejîma Îsraîlê yê li dijî Îranê de dest heye û hevpar e."

Li gor gotina Ereqçî, êrişên Îsraîl û Amerîkayê li dijî Îranê, binpêkirineke eşkere ya Peymana Neteweyên Yekbûyî, Peymana Rêgirtina li Belavbûna Çekên Atomî (NPT) û biryarnameya 2231 a Konseya Asayişê ya Navneteweyî ye ku di sala 2015an de bi temamî piştrast kiriye ku bernameya atomî ya Îranê aştîxwazane ye.

Wezîrê Karên Derve yê Îranê amaje bi wê yekê dike ku welatê wî ji aliyê du welatên xwedî çekên atomî ve hatiye armanckirin û got:

"Ew rastiya ku welatekî di qonaxa bipêşketinê de û ne-atomî ji aliyê du welatên xwedî çekên atomî ve hatiye armanckirin û herî kêm du zilhêzên din ên atomî jî piştgiriya wan dikin ku di heman demê de endamên daîmî yên Konseya Asayişê ne, karesatbar û cihê nîgeraniyê ye."

Ereqçî eşkere kir ku gelê Îranê bi îradeyeke xurt li hember destdirêjiyên Îsraîl û Amerîkayê sekinî û "êrişker jî piştî berxwedana qehremanane ya hêzên me yên çekdar ên bihêz neçar bûn êrişên xwe rawestînin."

Derbarê egerek her êrişeke din di pêşerojê de, Ebas Ereqçî got:

"Bê guman di pêşerojê de jî em dê bi hemû hêza xwe li hemberî her destdirêjiyekê parastina xwe bikin."

Li gorî Ereqçî, êrişa Îsraîlê ya li ser Îranê bi ti pîvaneke yasayî û exlaqî nayê rewakirin.

Wezîrê Karên Derve yê Îranê amaje bi wê yekê dike ku ti bingeheke yasayî yan jî bingeheke mentiqî, rewayiyê nade armanckirina saziyên atomî yên aştîxwaz ên di bin çavdêriya Ajansa Navneteweyî ya Enerjiya Atomê de, ew jî "tenê bi gumana ku îhtîmal heye di pêşerojê de di warê leşkerî de werin bikaranîn."

Wezîrê Karên Derve yê Îranê bangî welatên endamên BRICS û civaka navneteweyî kir ku li hemberî êrişên Îsraîl û Amerîkayê yên li ser Îranê helwestê nîşan bidin û got:

"Pêwîst e civaka navneteweyî, welat yek bi yek, hemû mekanîzmayên Neteweyên Yekbûyî û hemû saziyên pir-alî, bi hişyarî tevbigerin û ji niha ve gavan biavêjin ji bo bidawîanîna parêzbendiyê û li hember tawanên bêdawî û binpêkirinên eşkere yên yasayên navneteweyî li herêma me, lêpirsînê ji tawanbaran bikin."

BRICS hevpeymaniyek e ku di sala 2009an de hatiye damezrandin.

Peyv kurteya tîpên yekem ên damezrînerên wê ye ku ji Brezîlya, Rûsya, Hindistan, Çîn û Afrîkaya Başûr pêk tên.

Hevpeymanî aborî ye û sêyeka aboriya cîhanê û ji sedî 40ê nifûsa cîhanê pêk tîne.

Armanca vê hevpeymaniyê rûbirûbûna yekdestiya aborî û siyasî ya ji aliyê welatên rojava ve ye.

Îsal 17emîn Lûtkeya BRICSê li bajarê Rio de Janeiro yê Brezîlyayê  tê lidarxistin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst