Hewlêr (Rûdaw) – Wezîrê Karên Derve yê Îranê Ebas Eraqçî li Stenbolê di konferansa rojnamegeriyê de got, “Ji bo rûbirûbûna Amerîka û rejima Siyonîst em dê hemû rêyan bi kar bînin.”
Wezîrê Karên Derve yê Îranê li Stenbolê ye derbarê êrişên Amerîka û Îsraîlê de konferanseke çapemeniyê li dar xist.
Eraqçî diyar kir ku mafê Îranê ye ku bi her şêwe û amrazî parastina serweriya xwe bike.
Wezîrê Karên Derve yê Îranê got, "Em dê hemû rêyan ji bo rûbirûbûna Amerîka û rejîma Siyonîst bi kar bînin.
Êrişa Amerîkayê dijî yasayên navneteweyî ye û Amerîka dê ji hemû bertek û encamên vê êrişê berpirsyar be.
Em ji Ajansa Navneteweyî ya Enerjiya Atomê dixwazin ku di bersiva wê êrişa metirsîdar a li ser saziyên me yên atomî yên aştîxwaz de, erkên xwe yên yasayî bicih bîne.
Bêdengiya li hember kiryarên dijminane cîhanê digihîne qonaxeke metirsîdar û em daxwaza civîneke lezgîn a Konseya Asayişê dikin.
Êriş li ser me hat kirin û divê em bersivê bidin, divê deriyê dîplomasiyê her tim vekirî be lê niha rewş ne wisa ye.
Nabe çav li binpêkirina yasayên navneteweyî ji aliyê Amerîkayê ve bê girtin û herwiha em dê ti carî li ser serwerî û serxwebûna ax û gelê xwe tawîzê nadin."
Wezîrê Karên Derva yê Îranê di berdewamiyê jî de diyar kir ku ew dê îro piştî nîvro here Moskowayê û sibê bi Serokê Rûsyayê Vladimir Putin re civînekê pêk bîne.
Berbanga îro, Serokê Amerîkayê Donald Trump ragihand ku wan êrişî tesîsên nukleerî yên Fordo, Netenz û Îsfehanê yên li Îranê kiriye.
Trump da zanîn ku balafirên wan asmanê Îranê li dû xwe hiştiye û êrişên wan bi awayekî serkeftî hatine pêkanîn.
Serokê Amerîkayê Donald Trump êrişên xwe yê li bingehên atomî yên Îranê wekî “pir serkeftî” bi nav kir û anî ziman:
“Bombebaraneke giran li tesîsa serekî Fordoyê hat kirin. Hemû balafir bi selametî di rêya vegera malê de ne.
Ti leşkerên din li cîhanê nînin ku karibin vê bikin. Niha dema aştiyê ye!”
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse