Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Karên Derve yê Îranê Ebas Eraqçî ragihand ku di dema êrişên 12 rojî yên Îsraîlê yên li welatê wî de, li dijî wî hewleke suîqestê hatiye kirin.
Eraqçî ji televîzyona dewleta Îranê re axivî û pirsên derbarê rûdanên di dema êrişên Îsraîlê yên li Îranê û rojevê de bersivandin.
Li ser pirsa ka di rojên ku Îsraîlê êrişî Îranê dikir de li dijî wî suîqestek hatiye kirin yan na, Eraqçî got:
"Bombeyek li hemberî mala min hatibû danîn. Hevalan (hêzên ewlehiyê) ew desteser kir.”
Derbarê suîqesta li dijî Serokê Polîtburoya Hemasê Îsmaîl Heniye ya 31ê Tîrmeha 2024an a li Tehranê de, Eraqçî anî ziman ku piştî suîqesta Heniye di navbera rayedarên Îranê de li ser mijara “divê kengî bersiv ji Îsraîlê re were dayîn” de nêrînên cuda hebûn.
Eraqçî diyar kir ku piştî bûyerê bi amadebûna Rêberê Îranê Elî Xamineyî civînek hatiye lidarxistin û wiha got:
"Di wê civînê de nêrîna her kesî ew bû ku divê teqez bersiv were dayîn.
Lê di derbarê dema bersivdanê û awayê bersivdanê de nêrînên cuda hebûn.
Fermandarên leşkerî di wê baweriyê de bûn ku divê êriş di demekê de were kirin ku em pê bawer bin em dikarin welat biparêzin."
"Yan şer yan jî dan û standin"
Eraqçî pirsa “Gelo li gel dijberiya Xamineyî jî we bi Amerîkayê re dan û standin kirin?” wiha bersivand:
"Amerîkayê polîtîkaya zexta herî zêde meşand û bi anîna hêzên leşkerî yên li herêmê gef li me xwar.
Paşê Trump nameyek nivîsand û got, ‘Du vebijêrk hene; yan şer yan jî dan û standin’. Trump bi vê pêşniyarê em anîn ber du rêyan.
Di vê nuqteyê de, rêberê welêt (Xamineyî) tedbîrek girt û got, ‘Em dê dan û standinan bikin lê bi awayekî nerasterast.’”
Pêvajoya şerê ku bi êrişên tund ên Îsraîlê yên li ser Îranê dest pê kir
Îsraîlê, 13ê Hezîranê li gelek bajarên Îranê û di serî de li dijî santralên navokî û fermandarên payebilind ên artêşê êrişên berfireh pêk anîn.
Di êrişan de Sererkanê Giştî yê Îranê, Fermandarê Giştî yê Supaya Pasdaran û hinek fermandarên pilebilind û 9 zanyarên atomê hatin kuştin.
Hat ragihandin ku di êrişên Îsraîlê de bi giştî hezar û 100 sivîlan canê xwe ji dest daye û 5 hezar û 600 kes jî birîndar bûne.
Di êrişên mûşekî yên Îranê de, li gorî Îsraîlê, 28 kes mirin û hezar û 272 kes jî birîndar bûn.
Amerîkaya ku bi eşkereyî piştgirî da Îsraîlê, 22yê Hezîranê êrişî 3 santralên nukleerê yên Îranê yên li Netenz, Fordo û Îsfehanê kir.
Îranê wekî bersivdayîna êrişa Amerîkayê, 23yê Hezîranê, êrişî Baregeha Esmanî ya El-Udeyd a Amerîkayê ya li Qeterê kir.
Serokê Amerîkayê Donald Trump, 24ê Hezîranê ragihand ku di navbera Îran û Îsraîlê de agirbest hatiye ragihandin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse