Supaya Pasdaran: Bi dronên xwekuj em dê rûbirûyê Amerîkayê bibin

08-07-2021
RÛDAW
Nîşan Îran Supaya Pasdaran
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hêza Taybet a bejayî ya Supaya Pasdaran a naskirî bi (Sabirîn), di merasîmekê de, mûşekeke nû ya zîrek nimayiş kiriye ku dronên wê hêzê, diguhere bo dronên xwekuj.

Husên Selamî, Fermandarê Supaya Pasdaran, di merasîmekê de, Amerîka û welatên Ewropayê û hevpeymanên wan, li Rojhilata Navîn, bi pîlangêriya berdewam li dijî Îranê tometbar kir û ragihand, Îran di berevaniya di ber xwe de, li dijî wan hêzan natirsînin.

Husên Selamî got: “Dijminên me çarenivîsa şer ligel me li meydana şer dîtine. Rûpelên pirtûka berevaniya me xaka Iraq, Sûriye, Yemen, Lubnan û Afganistan in, ku li wê derê, alîgirên Şoreşê jî bi sirûşwergirtin ji şoreşa me ya mezin, li beramber dijminana rawestiyane.”

Navê wê mûşekê (Qaima 114) ye, ku bi leyzer kar dike û ji bo firoke û dronan bikar tê û dikare di mewda 10 kîlometreyan de amanca xwe pêk bîne. Mûşek jî 50 kîlogram e, ku 15 kîlogram teqemenî ye.

Hisên Dilêriyan, ku şarezayekî karûbarên berevanî û ewlehiyê ye û nêzîkî Supaya Pasdaran a Îranê ye û piştî êrîşê di twîtterê de nivîsiye: “Awayê rûbirûbûna ‘Mihwerê Berxwedanê’ li beramber Amerîkiyan, li Iraq û Sûriyê, ji mûşeka lawaz ku armancan bi hûrî pêk nayne, hate guherîn bo dronên xwekuj, ku bi hûrî armancan pêk tînin. Ev yek, ku berê min gotiye, we bawer nekir, aniha êdî baweriyê pê bînin.”

Berpirsên Îranê, destewajeya “Bereya Berevaniyê” ji bo grûpên nêzîk ji Îranê li navçeyê bikar tînin.

Hevdem ligel van bûyeran, ragihadinan belav kiriye, Husên Taîb, Serokê Rêxistina Îtîlaata Supaya Pasdaran, bi serdanekê gihiştiye Iraqê û ligel berpirsên hikûmetê, ji wan serokwezîr û berpirsên Heşda Şeibî, civiyaye û dicive. Li gorî wan raportan li civînê ligel berpirsên Heşda Şeibî karîna serbazên van hêzan gotûbêj kiriye.

Ev serdana kêmînak, di demekê de ye, di çend mehên bûrî de, êrîşa grûpên çekdar ên nêzîk ji Îranê, bo ser binkeyên artêşa Amerîkayê, zêde bûye.

Ev grûp dibêjin, heta demekê, ku Iraq vala neke, ev êrîş berdewam dibin.

Helwesteke hevşêweyî berpirsên Îranê, ku dibêjin, heta dema ku Amerîka ji vê navçeyê dernekeve, navçe aram nabe.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst