Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarê Seravanê yê Îranê di êrişeke çekdarî de polîsek hat kuştin û polîsek jî birîndar bû.
Polîsê parêzgeha Sîstan û Belûçistanê ragihand ku 3 êrişkar jî hatine kuştin.
Polîsê parêzgeha Sîstan û Belûçistanê ya Îranê di daxuyaniyekê de eşkere kir ku îro li bajarê Seravanê di êrişeke çekdarî de polîsek hatiye kuştin û yek jî birîndar bûye.
Li gorî daxuyaniyê, di şer û pevçûnê de 3 êrişkar jî hatine kuştin û hinek ji wan reviyane.
Polîsan diyar kir ku tîmên tenduristiyê polîsê birîndar biriye nexweşxaneyê û lêgerîna li pey êrişkaran berdewam dike.
Heta niha ti aliyan berpirsyariya êrişê li xwe negirtiye lê carinan koma Sunî ya bi navê Ceyşul Edlê ku komeke çekdar a Belûçan e û baregehên wê li Pakistanê ne, êrişî baregehên polîsan ên li herêmên ser bi parêzgeha Sîstan û Belûçistanê dike.
Di çalakiya xwe ya dawî de 26ê Tîrmehê êrişî avahiya desthilata dadwerî ya parêzgehê ya li ser Cadeya Azadî ya bajarê Zahidanê kiribû û di encamê de 9 kes hatibûn kuştin û 22 kes jî birîndar bûbûn.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse