Hewlêr (Rûdaw) - Şêniyên Tehrana paytexta Îranê ji kêmbûna karebayê bêzar in û dibêjin ku ji bo birêvebirina piraniya karên wan pêdivî bi karebayê heye.
Welatiyekî Îranî yê bi navê Mihemed Kar Endîş da zanîn:
"Piraniya xelkê ji vê rewşê nerazî ye.
Birîna karebayê tenê zererê nade kel û pelên nav malan, zererê dide sektorên cuda jî."
Hinek welatiyan diyar kir, ji bo ku rewşa karebayê normal bibe, pêwîst e xelk alîkar be û dest bi teserûfa enerjiyê bike.
Çend meh in ku hikûmeta Îranê biryar daye ku rojane 4 saetan karebayê bibire.
Mehdiye Îdiya ku şêniya Tehranê ye amaje pê kir û got:
"Hikûmetê çend rê pêşniyar kirine, bi taybetî derbarê sûdwergirtina ji enerjiya rojê.
Ez di vî warî de dixebitim, hêvîdar im ku ew hewl zûtir werin kirin da ku qerebûya birîna karebayê were kirin."
Îranê sala 2024an di her saetekê de 401 terawat kareba hilberandiye û di nava welatên cîhanê de ji aliyê hilberîna karebayê ve di rêza 12an de bû.
Bi zêdebûna hejmara niştecihan û pêdiviyan re ev mîqdar êdî pêdiviyên Îranê peyda nake.
Şehriyar Şîbaniyê ku li Tehranê dukaneke wî heye anî ziman:
"Ev çend meh in ku birîna karebayê jiyana xelkê têk dide.
Ez marketekê bi rê ve dibim û dibînim ku birîna karebayê bandorê li ser amûra kartan dike û wiha dike ku êdî nexebite.
Her wiha hinek berhem jî xera dibin."
Pêdiviya Îranê bi nêzîkî 80 hezar megawat kareba heye lê li gorî amarên hikûmetê zêdetirî 16 hezar megawat kêmasiya karebayê heye.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse