Trump gef xwar, Îranê jî bersiv da

11-06-2025
RÛDAW
Nîşan Îran Amerîka Donald Trump Ezîz Nasirzade Nukleer
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Parastinê yê Îranê Ezîz Nasirzade, bertek nîşanî daxuyaniyên Serokê Amerîkayê Donald Trump da ku gotibû eger peymana nukleerî pêk neyê ew dê hêza leşkerî bi kar bîne.

Wezîrê Parastinê yê Îranê Ezîz Nasirzade li paytext Tehranê piştî civîna kabîneyê di daxuyaniyekê de ji çapemeniyê re, gefa Trump a êrîşa leşkerî ya li ser Îranê di rewşa têkçûna dan û standinên nukleerî de nirxand.

Nasirzade gefên Amerîkayê rexne kirin û got, "Em hêvî dikin ku dan û standin serketî bin.

Lê heke hevdîtin bê encam bimînin û şer li ser me were ferzkirin, ziyanên aliyê din teqez dê ji yên me zêdetir bin."

Wezîrê Parastinê yê Îranê destnîşan kir ku hemû baregehên leşkerî yên Amerîkayê yên li herêmê di nav menzîla mûşekên Îranê de ne û wiha pê de  çû:

"Di rewşeke wiha de, Amerîka dê neçar bimîne ku herêmê biterikîne. Ji ber ku em dê bêyî dudilî hemû baregehên Amerîkayê yên li herêmê bikin hedef."

Serokê Amerîkayê Donal Trump berê gotibû ku eger dan û standinên nukleerî bi peymanekê bi encam nebin, ew dê Îranê "bi awayekî ku heta niha nehatiye dîtin bombebaran bikin."

Hevdîtinên derbarê bernameya nukleerî yên di navbera Îran û Amerîkayê de hîn didomin.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst