Li Îranê 12 xwepêşander bi darvekirinê re rû bi rû ne

11-12-2022
RÛDAW
Li Îranê 12 xwepêşander bi darvekirinê re rû bi rû ne
Li Îranê 12 xwepêşander bi darvekirinê re rû bi rû ne
Nîşan Îran Xwepêşandan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li gorî rêxistinên mafên mirovan 12 kes di bin metirsiya darvekirinê de ne. Xwepêşanderan li Setar Xan a Tehranê, li nêzî mala Muhsin Şikarî ku hefteya borî hatibû darvekirin, bi awayekî bêdeng xwepêşandanek li dar xistin û agir pêxistin.

Xwepêşandana bêdeng danê êvarê dest pê kir lê hêzên ewlehiyê yên Îranê gule li xwepêşanderan reşandin û gaza rondikrêj bikar anîn. Kesek di vîdeoyekê de dibêje, “Teqe li xelkê dikin. Bêserûber teqe li xelkê dikin.”

Jineke ku xwest di nava hêzên ewlehiyê re derbas bibe rastî lêdana hat û kete xwarê. Xwepêşanderek dibêje, “Em li cadeya Setar Xan bûn li kurekî dixistin, kurik digot çima li min dixin û xwest polîs bigire. Vê carê hemûyan êrîş kirin, em jî di nav otomobîlê de li dijî vê yekê derketin û me got,hûn çima lê dixin? Hemûyan êrîşî me kirin, cama otomobîla me şikandin, derî dewixandin û rûyê hevjînê min birîndar kirin.”

Li çend taxên din ên Tehranê yên wek Heft Hewzê jî xwepêşandanên bêdeng hebûn. Li Îsfehan û Tewrêzê jî gel bêdeng meşiya.

Xwepêşandanên bêdeng ên ku li bajarê Qurwe yê Rojhilatê Kurdistanê derketine, niha bûne şêweyeke giştî ya xwepêşandanan, ji bo ku hêzên ewlehiyê ti behaneyekê ji bo êrîşkirina xelkê nebînin.

Xelk dibêje hikûmet ji bo xwepêşanderan bitirsîne cezaya darvekirinê dide.

Li gorî rêxistinên mafên mirovan 12 kes di bin metirsiya darvekirinê de ne. Yek ji wan Mahan Sedrat e ku li gorî gotina bavê wî biryara darvekirinê ji bo rêveberiya cibicêkirinê hatiye şandin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst