Li Îranê ji ber alkola sexte kesek mir û 30 kes jî bi jehrê ketin

13-07-2025
Nîşan Îran Alkola Sexte Mirin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarê Dezfûlê yê eyaleta Xûzistanê ya Îranê ji ber vexwarina alkola sexte kesek mir û 30 kes jî bi jehrê ketin.

Serbijîşkê Nexweşxaneya Gencewiyanê ya Dezfûlê Dr. Mihemed Elî Şefîîniya ji Ajansa Nûçeyan a Xwendekarên Îranê (ISNA) re axivî û derbarê bûyerê got:

“Ji 31 kesên ku jehrê ketibin, kesekî canê xwe ji dest da. 5 kes jî li beşa çavdêriya hûr têne dermankirin.”

Wî her wiha da zanîn ku 7 kesên bijêhrêketî bi amûra diyalîzê ve hatine girêdan.

Li Îranê qedexe ye ku Misilman alkolê vexwin an jî bikirin û bifiroşin.

Alkolî yan bi qaçaxî derbasî welat dibe yan jî li hinek mal û kargehên “neyasayî yên binerd” tên çêkirin.

Li gorî yasayên Îranê, kesên ku vexwarinên alkolî çêdikin, dikirin an difiroşin, bi cezayê girtîgehê û qamçiyan tên cezakirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst