Hewlêr (Rûdaw) - Li Enqereya paytexta Tirkiyeyê mirinên ji ber alkola sexte zêde dibin.
Li gorî agahiyên dawî, heta niha li Enqereyê ji ber vexwarina alkola sexte 81 kes mirine.
Di çarçoveya lêpirsînê de 36 kes hatine girtin.
Li gorî agahiyên dawî, heta niha li Enqereyê ji ber vexwarina alkola sexte 81 kes mirine.
Lêpirsîna berfireh a Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê ya derbarê mijarê didome.
Raporên toksîkolojiyê yên Saziya Tiba Edlî jî li dosyeyan hatine zêdekirin û hatiye ragihandin ku derbarê bûyerê 36 gumanbar hatine girtin û 41 kes jî bi şertê kontrola edlî hatine berdan.
Wezîrê Dadê yê Tirkiyeyê Yilmaz Tunç jî ragihand ku di çarçoveya lêpirsînên alkola sexte yên li Stenbol û Enqerê de 52 gumanbar hatine girtin û derbarê 49 gumanbaran jî biryara kontrola dadî hatiye dayîn.
Rayedaran ji bo rêlibergirtina firotina alkola sexte ya li bazarê, kontrolên xwe zêde kirine û hişyariyê didin xelkê ku ji cihên ne di bin kontrolê de vexwarinên bialkol nekirin.
Ji ber baca ku li ser alkolê tê zêdekirin û bihabûna alkolê li Tirkiyeyê çêkirina alkola sexte zêde dibe.
Hikûmeta Tirkiyeyê hem Baca Bikaranîna Kel û Pelên Taybet û hem jî Baca Bihayê Zêdekirî ji vexwarinên alkolê distîne.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse