Li Stenbolê kesek bi alkola sexte mir

10-06-2025
RÛDAW
Nîşan Alkola Sexte Stenbol Mirin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarê Stenbolê yê Tirkiyeyê kesekî ku bi gumana alkola sexte çû nexweşxaneyê canê xwe ji dest da.

Li Tirkiyeyê ev demek e alkola sexte û mirinên ji ber alkola sexte di rojevê de ne.

Li bajarê Stenbolê 16ê Gulana 2025an kesek bi gumana alkola sexte çû nexweşxaneyê.

Ew kes piştî 25 rojan canê xwe ji dest da.

Her wiha derbarê vê bûyerê 2 kes hatin desteserkirin lê piştî kar û barên yasayî ew hatin berdan.

Îsal bi taybetî li parêzgeha Stenbolê mirinên ji ber alkola sextet zêde bûne û li gorî amaran 5 mehên destpêka îsal li seranserê Tirkiyeyê 152 kesan canê xwe ji dest da.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst