Hewlêr (Rûdaw) - Li Îranê piştî bidawîbûna dema NOTAMê (agahdarkirina balafirvaniyê), asmanê welêt careke din ji bo firînan hat vekirin.
Sînordarkirinên firînê yên ku di çarçoveya NOTAMa şeva borî hatibû ragihandin de heta saet 06:30ê vê sibehê berdewam kirin.
Bi bidawîbûna heyama diyarkirî re qedexe hat rakirin.
Piştî vekirina asmanê welêt, li herêma agahdarkirina firînê ya Tehranê gav bi gav asayîbûn çêbû û hat dîtin ku di firînên navneteweyî û herêmî de asmanê Îranê dîsa tê bikaranîn.
Asmanê Îranê 5 saetan girtî ma.
Çi bûbû?
Xwenîşandanên li Îran û Rojhilatê Kurdistanê 28ê Kanûna Pêşîn a 2025an ji ber bêqîmetbûna pereyê Îranê û pirsgirêkên aborî li Çarşiya Mezin a Tehranê bi çalakiya esnafan dest pê kiribûn û paşê jî li gelek bajaran belav bûbûn.
Ajansa Nûçeyan a Çalakvanên Mafên Mirovan a Îranê (HRANA) di rapora xwe ya 14ê Kanûna Paşîn de ragihandibû ku hejmara kesên di xwepêşandanan de canê xwe ji dest daye derketiye 2 hezar û 550 kesî ku 147 ji wan hêzên ewlehiyê ne.
Rayedarên Îranê heta niha derbarê hejmara kuştî û birîndaran ti daxuyaniyên fermî nedane.
Her wiha înternet jî piştî zêdebûna tundiyê û midaxeleya polîsan, 9ê Kanûna Paşîn li seranserê welêt hatibû qutkirin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse