Hewlêr (Rûdaw) - Îranê li li Deryaya Umanê bi hinceta ku 2 milyon lître "sotemeniya qaçax" vediguhast dest daniye ser tankereke biyanî.
Li gorî televîzyona dewletê ya Îranê, Serdozgerê Parêzgeha Hurmuzganê Mucteba Qehremanî derbarê mijarê daxuyaniyek da.
Qehremanî got, “Di çarçoveya şopandina liv û tevgera gumanbar a qaçaxçîtiya sotemeniyê de, ji ber kêmasiya belgeyên derbarê barê wê me dest danî ser tankereke petrolê ya biyanî ku 2 milyon lître sotemeniya qaçax vediguhast.”
Qehremanî da zanîn ku derbarê bûyerê lêpirsîn hatiye destpêkirin û di çarçoveya lêpirsînê de tevî kaptanê keştiyê 17 kes hatine desteserkirin.
Hat gotin ku piştî bidawîbûna lêpirsînê û piştrastkirina belgeyan dê hûrgiliyên bûyerê bên eşkerekirin lê derbarê welatê xwediyê keştiyê ti agahî nehatin parvekirin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse