Helîkoptera Serokkomarê Îranê qeza kir

19-05-2024
RÛDAW
Nîşan Îran Helîkopter Îrahîm Reîsî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Medyaya fermî ya Îranê ragihandiye ku helîkoptera Serokkomar Îranê li herêma Culfayê ya parêzgeha Tewrêzê qeza kir.

Li gorî zanyariyê medyaya Îranê, heta niha tîmên hawarçûnê negihiştine cihê qezayê û hûrgiliyên qezayê nayên zanîn.

Wezîrê Karên Derve yê Îranê, Muftuyê Tewrêzê û gelek berpirsên din jî di helîkoptera Îbrahî Reîsî de bûn.

Li gorî zanyariyan Îbrahîm Reîsî ji bo vekirina bendavekê li ser sînorê Îranê û Azerbaycanê çûbû herêmê.

Di vê çarçoveyê de her wiha tekez li ser vê yekê hate kirin ku helîkopterê di hewaya mij de bi dijwarî daketiye û hinek ji kesên tê de telefonî navendên hawarçûnê kiriye û rewş ragihandine.

Medyaya Îranê amaje bi wê yekê jî kir ku tîmên lêgerîn û rizgarkirinê dest bi xebatên xwe kiriye û li herêmê mijeke zêde heye.

 Ji Wezîrê Karên Navxwe yekem daxuyanî

Wezîrê Karên Navxwe yê Îranê Ehmed Wehîdî ji Radyoya Seda û Sîmayê re eşkere kir ku hêzên rizgarkirina Heyva Sor û hêzên alîkar ên leşkerî ji bo dîtina helîkopterê dest bi operasyonê kiriye.

Ehmed Wehîdî da zanîn ku tîmên rizgarkirinê şandine deverê lê ji ber mij û moranê nikarin bigihên cihê bûyerê.

Wehîdî herwiha got:

"Me bi hevalên Serokkomar re pêwendî daniye lê ji ber ku dever aloz e, em li bendê ne ku tîmên hawarçûnê bigihin devera agahiyan bidin me."

Ehmed Wehîdî da zanîn ku di di helîkoptera Reîsî de Wezîrê Karên Derve yê Îranê Husên Emîr Abdulahiyan, Parêzgarê Azerbaycanê Melik Rehmetî, Muftiyê Tewrêzê Ayetullah El Haşim jî di helîkopterê de ne.

Îbrahîm Reîsî û Serokkomarê Azerbaycanê Îlham Aliyev li ser sînorê Îranê û Azerbaycanê Bendava Kiz Kalasî vekiribûn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst